Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Di 11 salên hikumeta AKP'ê de 196 dadger û dozgeran îstîfa kir

Di 11 salên hikumeta AKP'ê de 196 dadger û dozgeran îstîfa kir

Wezîrê Edaletê yê Tirk Sadullah Ergîn aşkera kir ku, di dema hikumeta AKP’ê de 196 dadger û dozgeran ji peywira xwe îstîfa kirine.

Pêşniyaz pirsa nivîskî ya ku Parlementerê CHP’ê yê Antalyayê Gurkût Acar têkildarî, di demê hikumeta AKP’ê de çend dadger û dozgeran îstîfa kiriye, Wezîrê Edaletê yê Tirk Sadullah Ergîn bersiv da.

Li ser pêşniyaz pirsê Wezîrê Edaletê Tirk Sadullah Ergîn wiha aşkera kir:

ÎSTÎFAYÊN DI ENCAMA PÊKÛTIYÊN AKP’Ê DE

Piştî ku hikumeta AKP’ê hate ser desthilatdariyê û pêkûtiya li ser darazê daye meşandin, îstîfayan destpê kir. Ergîn hêjmara dadger û dozgerên Komarê yên ji peywirên xwe îstîfa kirîn wiha aşkera kir: Di sala 2002’an de 13, sala 2003’an 32, sala 2004’an 32, sala 2005’an 23, sala 2006’an 16, sala 2007’an 22, sala 2008’an 8, sala 2009’an 7, sala 2010’an 14, sala 2011’an 22 û ji Tîrmeha 2012’an ve 7 bigiştî 196’an îstîfa kiriye. Ergîn sedemê îstîfayan jî wiha diyarkir.

Ergîn hêjmara dadger û dozgerên komarê yên teqawit bûne: Sala 2002’an bi daxwaz 124, ji ber temen 64, dema li benda wezîfeyê bûn 2 û bigiştî 190; Sala 2003’an bi daxwaz 142, ji ber temen 57, dema li benda wezîfeyê bûn 2, malûl 1 bigiştî 208; Sala 2004’an bi daxwaz 145, ji ber temen 45, malûl 1 bigiştî 191; Sala 2005’an bi daxwaz 166, ji ber temen 40, dema li benda wezîfe bûn 1, malûl 1 bi giştî 208; Sala 2006’an bi daxwaz 95, ji ber temen 48, dema li benda wezîfe bûn 2, malûl 2 û bigiştî 147; Sala 2007’an bi daxwaz 57, ji ber temen 48, dema li benda wezîfe bûn 3, malûlen 1 û bigiştî 109; Sala 2008’an bi daxwaz 79, ji ber temen 47 û bigiştî 126; Sala 2009’an bi daxwaz 55, ji ber temen 63, malûlen 1 û bigiştî 119; 2010’an bi daxwaz 58, ji ber temen 75 û bigiştî 133; Sala 2011’an bi daxwaz 146, ji ber temen 64, dema li benda wezîfe bûn2, malûlen 2 û bigiştî 214.