DGH'ê li 6 bajaran 6 wesayit û makîneyeke kar şewitand

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH), li şeş bajarên Tirkiyeyê şeş wesayit û makîneyeke kar şewitand.

DGH'ê ragihand, di çarçoveya pêngava 'Serî Hilde' de ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hin çalakî li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, li Antalya, Denîzlî, Enqere, Mersîn, Mûgla û Kocaeliyê şeş wesayit û makîneyeke kar hatine şewitandin.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev detay hatin dayin:

"- Êvara 29'ê Mijdarê li navçeya Manavgat a Antalyayê, Yekîneya me ya Şehîd Harûn Serhed a Tolhildanê wesayitek şewitandin. Wesayit bi temamî şewitî.

- Êvara 30'ê Mijdarê, li navçeya Bûldan a Denîzliyê, Yekîneya me ay Şehîd Dîlan Kortak a Tolhildanê du wesayit şewitand. Her du wesayit bi temamî îmha bûn.

- 5'ê Kanûnê saet 3'an, li navçeya Erdemlî ya Mersînê Yekîneya me ya Şehîd Zana ya Tolhildanê mînîbusek şewitand. Wesayît bi temamî îmha bû.

- 7'ê Kanûnê saet 5'an li navçeya Golbaşi ya Enqereyê, Yekîneya me ya Şehîd Firat Zîlan a Tolhildanê makîneya kar şewitand. Makîne bi temamî rûxiya.

- 10'ê Kanûnê saet 2'an, li navçeya Mîlas a Mûglayê, Yekîneya me ya Şehîd Zelal Garzan a Tolhildanê wesayitek şewitand.

Êvara 12'e Kanûnê, li navçeya Darica ya Kocaeliyê, Yekîneya me ya Şehîd Kawa ya Tolhildanêi wesayitek şewitand."