DGB Ewropa: Em xwedî li kampanya KCK'ê derdikevin

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (DGB) ragihand ku ew xwedî li pêngava KCK'ê derdikevin ku bi navê 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' hatibû destpêkirin.

Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (DGB) li ser tecrîda li Îmraliyê û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em di demeke welê de ne ku dewleta Tirk karakter û polîtîkayên xwe yên faşîst, şerxwaz, dagirker û tuneker, bêyî veşêre bi rengekî eşkere pêk tîne."

DGB'ê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li çar aliyên Kurdistanê û tecrîda li Îmraliyê bi bîr xist û destnîşan kir ku rêya demokrasiyê diyar e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Beriya her tiştî divê zextên li ser civakê û tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bên bidawîkirin. Ji ber ku zexta li ser civakê, zordariya li girtiyên siyasî û tecrîda li Îmraliyê ne tenê li ser gelê Kurd û saziyên Kurd ên demokratîk e, ev yek pirsgirêka bingehîn a hêzên demokrasiyê ye.

Li ser vê bingehê, bi navê DGB'ê em kampanya 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye' ya KCK'ê weke kampanya xwe dibînin û radigihînin ku bi hemû hêza xwe tevlî vê kampanyayê dibin û ji raya giştî ya demokratîk û hêzên şoreşger dixwazin ku di vê kampanyayê de bi me re bin."