Dewletên Tirk û Elman li Berlinê hatin şermezarkirin
Di meş û mîtînga Berlinê de komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike û piştevaniya dewleta Elman a ji bo rejîma Erdoğan hatin şermezarkirin.
Di meş û mîtînga Berlinê de komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike û piştevaniya dewleta Elman a ji bo rejîma Erdoğan hatin şermezarkirin.
Bi wesîleya 24'ê Adarê Roja Efrînê ya Cîhanê, nêzî 3 hezar kes li Hallesches Tor a Berlinê li hev civiyan.
Girseya gel pankartên bi nivîsa "Parastina Efrînê parastina jiyanê ye", "Çekan nefiroşin Erdoğan", "Piştgiriyê bidin Efrînê" vekir û tevî alên YPG, YPJ û PYD'ê ber bi Postdamer Platzê ve meşiya.
Li Postdamer Platzê mîtîngek hate lidarxistin û Hevserokê NAV-DEM Berlinê Yeko Ardıl axivî. Ardıl destnîşan kir ku hemû çeperên têkoşînê yên tevgera azadiyê ya Kurdistanê li şûna xwe ne.
Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.