Dewletê 1 milyon û 254 hezar TL da tekîkêşan
Dewletê 1 milyon û 254 hezar TL da tekîkêşan
Dewletê 1 milyon û 254 hezar TL da tekîkêşan
Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn pirsnameya der barê pereyên ku dewletê daye tekîkêşan bersivand û diyar kir ku saziyên dewletê yên ewlehiyê di salên 90'an de bi tevahî 1 milyon û 254 hezar 554 TL pere daye tetîkêşan.
Parlamenterê BDP'ê yê Şirnexê yê ji doza KCK'ê ya Şirnexe hate girtin û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye, Faysal Sariyildiz, pirsnameya "Dewlet lêçûna mesrefa parêzerên leşker, polîs û îtîrafkarên ku di salên 1990'an de tev li kuştinan bûn dide ya na?" da Wezîrê Dadê Sadullah Ergin û xwest bibersîvîne. Sariyildiz, di pirsnameyê de diyar kiribû ku ger bersûc ji vê zagonê sûdê bigire û mexdûr sûdê jê negire, li dijî rêgeza wekheviya çekan e. Sariyildiz, bi riya Wekîla Serokê Koma BDP'ê Pervin Buldan ji bo bersivandinê pirsname da meclîsê û anî ziman ku leşker, polîs û îtîrafkar li herêmê ji kuştinên kujerên wan nediyar berpirsiyar in û wiha got: "Li bajarên kurdan, di bin navê "têkoşîna bi terorê re" bi hezaran welatiyên kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran kurdên hatin înfazkirin dîsa agahî ji wan nehat girtin. Kuştiyên faîl nediyar û windayên kurd wekî xincerek bi zengarî di sînga kurdan de hatiye ciddkirin. Di salên 90'an de welatî ji mal û karkeriyên xwe hatin revandin û hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku Hizbullah û JÎTEM'ê welatî kuştin û revandin û windakirin. Ev di biryarên DGM û Dadgehen Cezayên Giran ên Taybet de hatin xuyakirin."
Sariyildiz, ev pirs ji wezîrê Dadê Sadullah Ergîn pirsîbûn: "Di çarçoveya rêziknameya navborî de ji sala 2008'an heta niha çiqas pere ji parêzeran re hatiye razandin? Di çarçoveya rêziknameyê de besûc û şikdarên ku ji dewletê pere digirin, heta niha di çi çarçoveyê de doz hatiye vekirin? Bersûc û şikdarên ku mesrefê pereyên parêzeran tê dayîk kîne? Di dosyayên ku bi hikumxwariyê bi encam dibin ev pere ji bersûcan hatiye xwestin? Heta niha ji bo çend dozan hatiye rucu kirin. Ev kişan in? Di çarçoveya rêziknameyê de ji kijan sazî û dezgehan re pere hatiye şandin. Di dozên ceza yên jibo sûda cemaweriyê de dayîna lêçûna parêzerên bersûcan ên ji aliye dewletê ve li gorî "Rêgeza wekheviye" çiqas rast e? Ger ku bersûc sûd bigire û mexdûr sûd negire, li gorî wekheviya çekan çiqas adîl e? "
Sariyildiz, da zanîn ku di 26'e Çileya 2008'an de der barê hêjmara 26768'an a der barê "Têkoşîna bi terorê re" de di rojnameya fermî de hate weşandin û ket meriyetê û wiha got: "Li gorî rêziknameyê ' lêçûna parêzer, beyî tarifeya lêçûna parêzer tê dayîn. Lê ji bo personeleki bi tevahî lêçuna tê dayîn, di karê lêpirsînê de 7.000, di sûcên dikevin cezayê sûcên giran 35.000, di dadgehên leşkerî de 17.500 û di dadgehên cezayên giran de jî 15.750 tê dayin."
Sariyildiz, da zanîn ku ji bo Fermandarê JÎTEM'ê ku ji kuştina 52 kesan tê darizandin Albay Cemal Temizoz' lêçûn ji Fermandariya Giştî ya Artêşê tê dayîn.
Li ser van pirsên Sariyildiz, Wezîrê Dadê Sadullah Ergin bersîve da. Ergîn ji bo pirsa "Ji sela 2008'an heta niha pereyên ku ji bo parêzeran hatiye xerçkirin çiqas e" bersivand û wiha got: "Di çarçoveya rêziknameyê de, Fermandariya Cendirmeyan a Giştî 1 mîlyon û 91 hezar û 554 TL, Midûriyeta Polisan a Giştî 163 hezar TL bi tevahî 1 mîlyon 254 û hezar 554 TL pereyên parêzeran daye.
Ergin ji bo pirsa Sariyildiz a "Mafê ku bersûc jê sûdê digire, mexdûr jê sûdê nagire. Ev wekheviyaçekê li ku dihêle" jî bersivand u wiha got: "Peyvirdarên Cemaweriyê ji bo bi çalak bi terorê re şer bike, li gorî zagona hêjmar 3713'an a TEM'ê xala 15 û 20'an lêçûn ji aliyê Wezareta Parastinê ve tê amadekirin.
Ergîn, da zanîn ku Wezareta Dadê, der barê hêzên ewlehiyê de yên bi zanebûn kuştine, tev li birîndarkirnê bûne û mafê jiyanê yên mirovan binpê kirine der barê 53 persanelên Fermandariya Cendirmeyan de doz vebûye û der barê 41personelên Midrûriyeta Polîsan de doz vebûye.
Ergîn, pirsa Sariyildiz a der barê kuştina 52 welatiyên di salên 1995'an de ji aliyê Fermandarê JÎTEM'e Albay Cemal Temîzoz de hatin qetilkirin jî besivand û diyar kir ku li gorî zagonê wekî bersucên din leçûna wan a parêzeran dewled dide.