Dewleta Tirk neçar ma ku mirina fermandarê xwe eşkere bike

Dewleta Tirk a Dagirker neçar ma ku nasnameya fermandarê xwe Abdullah Cem Demîrkan ê li herêma Zapê ji aliyê gerîlayan ve hate kuştin, eşkere bike.

FERMANDAR HATE KUŞTIN

Dewleta Tirk a dagirker li hemberî hêzên gerîla windahiyên giran dide û vê yekê jî ji gel diveşêre. Dewleta dagirker neçar ma ku mirina fermandarekî xwe yê li Zapê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatî kuştin, eşkere bike.

Dewleta Tirk ji bo fermandarê xwe yê ji aliyê gerîlayan ve hatî kuştin, ev derew kir: di encama teqîna mayînê de miriye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di demên dawî de, ji bejahî û hewayî çalakiyên xwe zêde kirine. Dîmenên van çalakiyan di Gerîla TV de tên weşandin.

Dewleta Tirk jî tevî ku gelek windahî dane, vê yekê ji gel diveşêre.