Dewleta Tirk li Madrîdê hat protestokirin
Li paytexta Spanya Madrîdê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat protestokirin.
Li paytexta Spanya Madrîdê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat protestokirin.
Li paytexta Spanya Madrîdê, terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hat protestokirin.
Di çalakiya ku bi beşdariya Kurd û Spanyayiyan pêk hat de, girseya gel a li Metro Înglesîa li hev civiya, ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiya. Girseya gel a bi qîrîna dirûşmeyan meşiya, rastî astengiya polîsan hat. Girseya gel nehişt ku girse xwe bigihîne ber Konsolosxaneyê. Li ser vê yekê ji nû ve meşiya û careke din li Metro Înglesîa kom bû.
Di daxuyaniya li vê derê de hat ragihandin ku gelê Kurd êdî naxwaze ji aliyê hêzekê ev were kontrolkirin û hat destnîşankirin, ku ev yek daxwaz û mafekî rewa ye.
Qisekeran ragihandin ku dewleta Tirk bi komkujiyan bersivê dide îlana xwerêveberiya gelê Kurd û diyar kirin, ku çawa komkujiyên Palo, Dêrsim, Mereş û Zîlanê bi ser neket, wê êrîşên li hemberî gelê Kurd ê di salên du hezarî de bêhtir bi rêxistinî ye, encamê wernegirin.