Dewleta Tirk li Helsîngborgê hate şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê li bajarê Helsîngborg ê Swêdê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê li bajarê Helsîngborg ê Swêdê hatin şermezarkirin.
Bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Helsîngborgê, Kurdistanî tevî dostên xwe li navenda bajêr li hev civiyan û pankartên bi nivîsa "Pêşî li dagirkeriya Tirkiyeyê bigirin", "Bijî Xwerêveberiya Demokratîk", "Azadî ji Ocalan re" û "Dewleta Tirk Kurdan dikuje, Yekîtiya Ewropa ji nedîtî ve tê" vekirin.
Nûnerê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Helsîngborgê li qada çalakiyê axivî û got, dewleta Tirk a ku berê çeteyên DAÎŞ'ê da Rojava, niha bi xwe êrîşî Rojava dike ji bo destketiyên Kurdan ji holê rake.
Qiseker rexneyên tund li Yekîtiya Ewropa û hikumeta Swêdê kir ku li pêşberî êrîşan bêdeng in. Her wiha bang li gelên Ewropayê kir ku hikumetên xwe şermezar bikin û piştgiriya bi Şoreşa Rojava re xurt bikin.
Di çalakiyê de ku bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate lidarxistin, alên PYD, YPG/YPJ û PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Di çalakiyê de dirûşmên "Destên xwe yên bi xwîn ji Rojava vekişînin", "Artêşa Tirk ji Efrînê bicehime", "Piştgiriyê bide Rojava", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.