Dewleta Tirk li Adigeyê hate şermezarkirin

Kurdên li Adigeyê kembera kembera Tirk ku dewleta Tirk dixwaze li şûna kembera Ereb ava bike şermezar kirin.

Kurdên li Komara Xweser a Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê çalakiyek kirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Hevseroka Komeleya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broyeva axivî û got, "Armanca vê operasyonê diyar e. Dewleta Tirk dixwaze li şûna kembera Ereb ku rejîma Baas bi salan li herêmê ferz kir niha kembera Tirk ava bike. Gelê me wê bi têkoşîna xwe ya mafdar xaka xwe biparêze û rê nede armancên qirêj."

Hevserokê Komeleyê Tahîr Ahmet jî got, "Gelên dinyayê deyndarê Kurdan e. Kurdan DAÎŞ têk birin ku kesî nekarîbû têk bibe. Lê belê ji bo mirinê hatin terkkirin. Her kes zane ku niyeta dewleta Tirk tinekirina Kurdane. Her kesên li pêşberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst bêdeng be ew jî hevparê êrîşane. Gelê me wê yên ku di vê dema zehmet de ew terikand ji bîr neke."