Li bajarên Fransa Bordeaûx, Lyon û Nîce, li bajarê Awûstûrya Înnsbrûck, li bajarên Elmanya Bonn û Bremen, li bajarê Hollanda Amsterdamê, terora dewleta Tirk a li gelê Kurd dike, bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 6 reşemiyê 2016, 07:06
Li bajarên Fransa Bordeaûx, Lyon û Nîce, li bajarê Awûstûrya Înnsbrûck, li bajarên Elmanya Bonn û Bremen, li bajarê Hollanda Amsterdamê, terora dewleta Tirk a li gelê Kurd dike, bi çalakiyên girseyî hat şermezarkirin.
BORDEAÛX
Li bajarê Fransa Bordeaûxê, zarokên Kurd ji bo êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin dibistan boykot kirin. Mamosteyên endamên sendîkaya FSU jî destek dan zarokên Kurd. Bi tevlîbûna 20 mamoste û 6 dibistanan re zarokên Kurd di çarçoveya boykotê de xwestin bi Serokkomarê Fransayê yê duh bajarê Bordeaûxê ziyaret kir re hevdîtinê bike. Daxwaza zarokan nehat qebûlkirin, lê rayedaran soz dan ku ew ê dosya û kulîlkên zarokan radestî Hollande bikin.
Zarok û Kurdistanî piştre li Place de la Comedîe li hev civiyan, dirûşme qîriyan, belavok belav kirin û bal kişandins er rewşa li Kurdistanê.
LYON
Li bajarê Fransa Lyonê, komek ji Kurdistaniyan û alîgirên Parîzan li Place Teraûxê li hev civiyan û polîtîkayên şer ên AKP li Kurdistanê dimeşîne şermezar kirin. Çalakî wê bi dirûşma "Li dijî zilmê dengê xwe bilind bike" 3 rojan bidome. Di çarçoveya çalakiyê de raya giştî ya Fransayê li ser êrîşên AKP'ê tê agahdarkirin.
NÎCE
Li bajarê Fransa Nîce jî, Kurdistanî ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li Sûr û Cizîrê şermezar bikin, li Stasyona Trenê ya Nîce çalakiyeke bi kefenan lidar xistin.
ÎNNSBRÛCK
Jinên Kurd ên li eyaleta Tîrol a Awûstûryayê dijîn, li bajarê Înnsbrûckê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Bi pêşengiya Komîteya Jinê ya Tîrol a Demokratîk, girseya gel li ber peykerê Annasaule hatin cem hev, bantên reş bi devê xwe ve kirin û bêdengiya Ewropayê ya li pêşberî komkujiyan şermezar kirin. Çalakî rastî eleqeya Awûstûryayiyan hat.
BONN
Li balagirgeha Bonn-Koln a Elmanyayê bi çalakiya bêîteatiya sivîl re komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, hatin şermrezarkirin. Çalakî danê êvarê hat lidarxistin û tevî axaftinan ji bo agahdarkirina raya giştî belavok hatin xwendin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin, ku bêdengiya hikûmeta Elmanyayê tê wateya erêkirin û desteka ji bo komkujiyên AKP'ê yên li Kurdistanê.
BREMEN
Komkujiyên dewleta Tirk li bajarên Kurdan dike, li bajarê Elmanya Bremenê bi çalakiya kon a 2 rojan hat şermezarkirin. Kurdistaniyên bi pêşengiya Komîteya Piştgiriyê ya Kurdistanê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Mizgefta Seîdê Kurdî li hev civiyan, li ber Parlamenta Bremenê kon vedan û çalakî pêk anîn. Çalakiya ku komên çep û demokrat ên Elman jî destekê didin, wê 2 rojan bidome. Komîteya amadekar a çalakiyê partiyên siyasî yên li Parlamenta Eyaleta Bremenê ziyaret kir û li ser êrîşên li Kurdistanê dosya da wan.
AMSTERDAM
Çalakiya kon a Kurdistaniyan li bajarê Hollanda Amsterdamê dane destpêkirin, bi dawî bû. Di heman demê de gel çalakiya 'deng derxistinê' lidar xist. Çalakgeran dan zanîn ku wê di rojên pêş de çalakiyên nû lidar bixin.