Dewleta Tirk li 4 navendan hat protestokirin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo şermezarkirina terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê didomînin.
MANNHEÎM
Li bajarê Elmanya Mannheîmê ji bo du rojan kon hat vedan. Çalakî bi pêşengiya jin û ciwanan hat lidarxistin. Du rojan belavok hatin belavkirin û bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk dike. Her wiha banga destekkirina berxwedana xwerêveberiyan hat kirin. Çalakî duh danê êvarê bi xwepêşandaneke girseyî bi dawî bû.
NÎCOSÎA
Li paytexta Qibris Nîcosîa jî ber bi Parlamenta Qibrisê ve meşek hat lidarxistin. Di meşa bi pêşengiya PYD'ê de bal hat kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Di çalakiyê de heyetek ji sê kesan bi rayedarên Parlamenta Qibrisê re hevdîtin kirin û dosya pêşkêş kirin.
MONTPELLÎER
Kurdistaniyên li bajarê Fransa Montpellîerê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd dimeşîne, wê ji bo du rojan bikevin greva birçîbûnê. Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk ve tê organîzekirin wê bi beşdariya 20 kesan pêk were. Grev wê îro destpê bike û sibe bi dawî bibe. Çalakî wê li meydana Comedîe ya Montpellîerê were lidarxistin.
AMSTERDAM
Li bajarê Hollanda Amsterdamê, çalakiya kon a ji bo şermezarkirina komkujiyên dewleta Tirk hat destpêkirin, di roja duyemîn de ye. Hollandayî jî eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê didin.
Di axaftinên bi zimanên Îngilîzî û Hollandî de hat ragihandin, durûtiya dewletên Ewropayê û rûyê rast ê faşîzma AKP'ê û çeteyên Erdogan êdî kifş bûne.
Di çalakiyê de sirûdên enternasyonal ên ji zimanên cuda hatin xwendin.