Dewleta Tirk gefa referandûmê li hevkarê xwe PDK'ê xwar!

Weke ku dihat payin, nerazîbûna destpêkê ya li dijî biryara referandûmê ya PDK'ê, ji dewleta Tirk hat. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirk de bi gotina "wê şaşitiyeke dîrokî be" gef li PDK'ê xwar.

Piştî ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî ji bo "referandûma serxwebûnê" dem diyar kir, nerazîbûna destpêkê ji Tirkiye ya "hevalbendê" wî hat. Wezareta Karên Derve ya Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand, ji bo referandûma got, "wê şaşitiyeke dîrokî be" û gef li PDK'ê xwar. Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirk de nerazîbûn li daliqandina ala Herêma Kurdistanê li saziyên fermî yên li Kerkûkê hate nîşanadn û hat gotin, "Em ê destûrê nedin kiryarên 'bû û çû'."

QAŞO WÊ DESTÛRÊ NEDIN KIRYARÊN 'BÛ Û ÇÛ'

Di daxuyaniya dewleta Tirk de wiha hate gotin: "Li ser referandûma serxwebûnê, ku IKBY (Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Iraqê) ev demeke plan dike, me nêrîn û fikarên xwe bi hikumeta Iraqê, IKBY û endamên sereke yên civaka navneteweyî re parve kiribûn. Di vê çarçoveyê e me destnîşan kir, ku referandûma serxwebûnê wê ne li gorî berjewendiya IKBY û Iraqê be, di demeke bi vî rengî de ku bûyerên krîtîk li herêmê diqewimin, hewldaneke bi vî rengî wê encamên neyînî ku nearamiyê mezintir bikin, derxîne holê. Bi heman ferasetê, der barê biryara Meclîsa Wîlayeta Kerkûkê ya bi hewldana Waliyê Kerkûkê hate girtin, ku li gorî vê yekê li daîreyên fermî yên Kerkûkê ala IKBY hate daliqandin, me ragihandibû ev biryar ji bo afirandina 'kiryareke bû û çû' ya li ser statuya wîlayetê hatiye girtin û em li dijî vê biryarê ne."

GEFA 'WÊ BIBE ŞAŞITIYEKE TIRSNAK'

Dewleta Tirk di daxuyaniya xwe de ji bo referandûmê got, "wê bibe şaşitiyeke tirsnak" û gef li PDK'ê xwar. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Parastina yekîtiya siyasî û yekparebûna axa Iraqê, yek ji pîvanên bingehîn ên Tirkiyeyê li ser polîtîkaya Iraqê. Ev pîvan, yek ji şertên sereke yên aramî, aştî û ewlekariya li herêmê ye."

Wezareta Karên Derve ya Tirk îdîa kir, ku di nava van şert û mercên awarte de lidarxistina vê referandûmê wê dûrî ji vîna gel be.

ERDOGAN BERÊ JÎ GEF XWARIBÛ

Der barê daliqandina ala Herêma Kurdistanê li ser saziyên li Kerkûkê, beriya Iraqê Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da bû. Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ku 'hevalbendê' PDK'ê ye ev gef xwaribû, "Wê alê bînin xwarê, naxwe wê berdêla xwe giran be." Hevalbendê AKP'ê yê şerê li dijî Kurdan Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî got,bû, "Barzanî ti carî wê nebe dostê me. Bibe, ancax karibe bibe postê em pê li wî bikin." Bi vî rengî heqaret kiribû. PDK jî li pêşberî van gef û heqaretan bêdeng ma bû. Di ser re rabû bang kir, ku di referandûma li Tirkiyeyê de dengê 'erê' ku bi kêrî AKP û MHP'ê tê, bê dayin.

GELO REFEARNDÛM LÎSTIKEKE PDK'Ê YE?

Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî, ku di 7'ê Hezîranê de li Pîrmamê bi hin partiyên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin kir, da xuyakirin ku referandûma serxwebûnê wê di 25'ê Îlonê de be. Di civînê de, ku Tevgera Goran û Partiya Îslamî ya Komele lê ne amade bûn, hatibû îdîakirin, ku wê hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê û parlamentê di 6'ê Mijdara 2017'an de bê kirin. Di serî de Tevgera Goran û Komele, gelek derdor dibêjin, armanca rastî ya PDK'ê, bi bikaranîna referandûmê re serketina di hilbijartinên serokatiyê û parlamentê ye.

DARBEYA PDK'Ê YA LI DIJÎ PARLAMENTÊ

PDK'ê, ji 12'ê Cotmeha 2015'an û vir ve deriyê parlamenta Başûrê Kurdistanê girtiye. Di 12'ê Cotmeha 2015'an de Asayîşa PDK'ê nehiştibû Serokê Meclîsê Dr. Yûsif Mihemed ê ji Tevgera Goran bikeve nava bajarê Hewlêrê. Piştre 5 wezîrên ji Tevgera Goran ji desteya wezîran hatibûn avêtin. Goran jî ev pêvajo weke darbeyê bi nav kiribû.

Mesûr Barzanî jî ev du sal in bi rengekî ne qanûnî wezîfeya serokatiya herêmê dike. 

Di hilbijartinên dawî yên sala 2013'an de di parlamenta Başûrê Kurdistanê ya ji 111 kursiyan, PDK'ê 38 kursî, Tevgera Goran 24 kursî, YNK 18 kursî, Yekgirtû Îslamî 10 kursî, Komeleya Îslamî 6 kursî bi dest xistibûn. Yên mayî jî kota hindikahiyan re hatibû dayin.