Dewleta ku dest danî ser çalakvan!
Dewleta ku dest danî ser çalakvan!
Dewleta ku dest danî ser çalakvan!
Çalakvana bi navê T.O. ku ji bo xwendekarên girtî yên li Enqereyê, li pêş Parlamentê ji ber pankart vekir hat binçavkirin, ji ber ku temenê wê ji 18 salî biçûktire û malbata wê li derveyî bajêrê, dewlet xwest li stargehên xwe bicih bike.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, di roja destpêkê ya qanûndanînê de, xwendekaran ji bo serbestberdana hevalên xwe yên girtî li ber deriyê Dîkmen ê Parlamentê pankart vekirin, lê belê hatin binçavkirn. Yek ji xwendekarên hatin binçavkirin T.O ye ku ji ber ji 18 salî biçûktire, dewletê hewl da dest deyne ser.
Polîsan di şûna ku T.O. radestî parêzerê malbatê bike, xwest li stargehên dewletê bicih bike. Di encama hewldanên parêzerê malbatê Engîn Gokoglû de keça 17 salî piştî rojekê di binê çavan de ma hat berdan.