Dewleta Îslamî a Iraq-Şam li Stenbolê hatiye avakirin?
Dewleta Îslamî a Iraq-Şam li Stenbolê hatiye avakirin?
Dewleta Îslamî a Iraq-Şam li Stenbolê hatiye avakirin?
Hate diyarkirin ku rêxistina Dewleta Îslamî a Iraq û Şamê a girêdayî El-Qaîdeyê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hatiye avakirin û rêveberên wê ku hemû Çeçenin jî hemû li wir dijîn.
Di dîmenek hatiye weşandin de jî rêveberekî vê rêxistinê bi zimanê Tirkî bang li welatiyên Tirk dike. Beriya niha jî di pevçûnên li Rojava de gelek belge û nasnameyên ku van nûçeyan piştrast dikin hatibûn dîtin.
Li gorî nûçeya malpera înternetê a bi navê “gençbakiş.org”, rêxistina Dewleta Îslamî a Iraq û Şamê ku li Suriyê li ser navê muxalefetê tevdigere û ev mehek zêdetire êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê dike, her wiha li dijî sivîlan hovîtiyê pêk tîne, li Tirkiyê hatiye avakirin.
Di nûçeyê de tê gotin ku pêşengên vê rêxistinê hemû jî kesên ji Çeçenîstan û Kafkasya hatine Tirkiyê û mafê penaberiya siyasî girtine, pêk tên. Her wiha ev kes jî di bin kontrola îstîxbarata Tirkiyê MÎT'ê de ne.
Hate gotin ku pêşengên Tugaya Muhacîrûn ku ew jî di nava Dewleta Îslamî a Iraq û Şamê de ye, yên bi navê Ebû Omer Şîşanî, Seyfullah Şîşanî û Ebû Yakup Lezgîn jî penaberên Kafkasî ne û li Stenbolê dijîn.
Di nûçeyê de tê gotin Emîrê Dewleta Îslamî yê Reqayê Ebû Musap ku di dema êrîşên li dijî Kurdan de ji aliyê şervanên Eniya El-Ekrad ve hatibû girtin û piştre jî beramberî sivîlên hatine revandin hatibû berdan, endamê tevgera ku li herêma Lalelî ya Stenbolê hatiye avakirin û xwe wekî "Emîrtiya Kafkas" binav dike ye.
Her wiha hate gotin ku Ebu Benatê bi eslê xwe ji Dagistanê ye û li Reqayê serê keşeyekê jê kiribû jî, girêdayî vê rêxistinê ye û li Stenbolê ji aliyê van emîrtiyan ve tê nasîn.
BI TIRKÎ DIAXIVIN
Li gel nûçeyê di malperê de 2 dîmen jî hatine weşandin. Di dîmenê yekemîn de Seyfullah Şîşanî bi tirkî di axive û ji alîgirên xwe yên Tirkiyê alîkariyê dixwaze.
FERMANA ELEWÎ Û ŞÎA DIDIN
Di dîmenê duyemîn de jî, fermandarê koma bi navê El Muhacîrûn Ebû Omer Şîşanî ku di heman demê de fermandarê giştî yê herêma bakûrê Dewleta Îslamî ye bi zimanê Çeçenî di axive. Di heman dîmenê de kesekî ku nayê zanîn kî ye, bi erebî di axive û dibêje ew rêxistina Dewleta Îslamîne û ewê hemû Elewî û Şîan serjê bikin. Heman kes di dîmenek din a ku di înternetê de hatiye belavkirin de, li gel fermandarê Artêşa Azad Ebdulcebar Egîdî tê dîtin.
Balkêş e ku ev rêxistina Dewleta Îslamî zêdetirîn li herêmên sînorê Tirkiyê bicîh bûye û êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê dike. Her wiha sinoran bi rehetî bikar tînin û di gelek pevçûnên ku di navbera van koman û hêzên YPG'ê de derketin de gelek belge, nasname, pasaportên ku têkiliya vê rêxistinê û Tirkiyê nîşan didin derketibûn holê. Ev dane hemû îdîaya ku ev rêxistin li Tirkiyê hatiye avakirin, an jî piştgiriyê digire piştrast dikin.