Dewlet ji bo êrîşî Hezexê bike amadekariyan dike: Ji mamosteyan re mesaja 'derkevin' şand
Mesaja ku dewletê berî dest bi êrîşên xwe bike ji mamosteyên li Cizîr û Silopiyayê re şand, niha jî ji mamosteyên li Hezexê re hat şandin.
Mesaja ku dewletê berî dest bi êrîşên xwe bike ji mamosteyên li Cizîr û Silopiyayê re şand, niha jî ji mamosteyên li Hezexê re hat şandin.
Mesaja ku dewletê berî dest bi êrîşên xwe bike ji mamosteyên li Cizîr û Silopiyayê re şand, niha jî ji mamosteyên li Hezexê re hat şandin. Perwedeya Millî mesajek ji mamosteyên li Hezexê re şand û bang li wan kir ku hemû tevlî semînerek 8-12'e Sibatê ya li Stenbolê bibin.
Li navçeya Şirnex Hezexê, ku zêdeyî meheke dor lê hatiye girtin û hefteyeke leşker lê tên bicihkirin, amadekarî tê kirin ku di bin navê 'qedexeya derketina derve' de dorpêçî û terora dewletê bê meşandin.
Wezareta Perwerdeya Millî ji telefonên desta yên mamosteyên li Hezexê re ev mesaj şand: "Di 08-12'ê Sibata 2016'an de wê li Enstîtuya Perwerdeyê ya Xizmetê ya Zubeyde Hanim a Ataşehîr a Stenbolê wê semînera 'Pêkanînên Mamostetiyê' were lidarxistin. Girîng e hûn beşdar bibin." Wezaretê bi vê mesajê re xwest mamoste ji Hezexê derkevin û biçin Stenbolê.
Di nava hefteyê de dewleta Tirk gelek leşker şand Hezexê û ji niha ve gelek dibistn weke biryargehê tê bikaranîn.