‘Dewlet, heta ku girtiyan nîne ber mirinê wan bernade’
‘Dewlet, heta ku girtiyan nîne ber mirinê wan bernade’
‘Dewlet, heta ku girtiyan nîne ber mirinê wan bernade’
Endama Komîsyona Girtiyan a ÎHD'ê Gulîzar Tûncer daxuyaniya Wezareta Edaletê ya ragihand ku 14 girtî dema li benda rapora Tipa Edlî bûn jiyana xwe ji dest dan, nirxand û got, "Dewlet bi têgihiştina 'xwe ji binê bar derxîne' dema girtiyên nexweş tên ber mirinê berdide."
Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn, der barê hejmara hikumxwar û girtiyên nexweş ên li girtîgehan de bersiv da pêşniyar pirsa Parlamenterê CHP'ê yê Manîsayê Ozgur Ozel û diyar kir ku 43 girtiyên nexweş hatine berdan, 14 jê jî dema li benda Rapora Tipa Edlî diman, jiyana xwe ji dest dane.
Li ser pirsa Ozel a digot, "tevî ku rapora; nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne heye, lê ji ber ji ber dozgeriyê biryara 'ji bo civakê ne xetereye' nedaye, çend mehkûm hene nehatine berdan?" Wezîr Ergîn bersiva "nizanim" dabû.
Ji Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Gulîzar Tûncer ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku niha 121 jê giran 465 girtiyên nexweş hene û anî ziman ku ji girtiyên siyasî yên nexweş bi tenê 7 jê hatine berdan. Tûncer da xuyakirin ku ji ber Qanûna Taloqkirina Bicihananîna Ceza bi têgihiştina 'xwe ji binê bar derxîne' girtiyên nexweş tîne ber sînorê mirinê û temamiya girtiyên din jî ji mirinê re tên terikandin. Tûncer destnîşan kir ku heta qanûna bicihanînan cezayan bi temamî neyê guhertin, dê pêşî li mirinan neyê girtin.
BI TÊGIHIŞTINA ‘XWE JI BINÊ BAR DERXÎNE’ TEVGER DIKIN
Tûncer bibîr xist ku gava hejmara girtiyên nexweş ên li Tirkiyê li ber çavan bê girtin, ev yek hejmareke gelekî kêm e û diyar kir ku yên hatine berdan jî nexweşên gelekî giran in û dewletê ne ji bo werin tedawîkirin, ji ber ku êdî ew bar lê giran dihat, ew berdane. Tûncer ji bo vê yekê jî mînaka girtiyê bi navê Morşîd Aslan da û got, "Ji bo rêvî xortûmeke taybet bikar tîne û ev xortûm divê her tim bê guhertin. Dema li girtîgeha Sêrtê bû doktorê li wê derê ev xortûm û hejmara wê dizanîbû. Lê doktorên li girtîgeha Metrîsê vê nizane û ji ber ku xortûm timî nayê guhertin, îltihab rû dide û dikare rê li ber nexweşiyên mirinê veke. Ji xwe mirovekî felcbûyî ye. Ji ber ku bi têgihiştina 'xwe ji wan rizgar bikin' wan mirovan bernadin. Yan jî weke mînaka Guler Zere, dema tê sînorê mirinê û dema wan hindik dimîne, wan berdide. Dewlet girtiyên nexweş li ser sînorê mirinê radiwestîne û weke ku dixwaze xwe ji vî barê nikare pê re biçe serî rizgar bike, wan berdide."
Tûncer bibîr xist ku di çarçoveya huqûqa însanî de girtiyekî nexweşê kanserê ji bo baş were tedawîkirin û xwedî moral be, divê were berdan û di nava malbat, hezkiriyên xwe de be. Lê belê di şûna vê de li girtîgehan di qatên bodrûmê de di koxûşan de tên ragirtin.
Tûncer destnîşan kir ku nêzîkatiya li van girtiyan tê nîşandan, ti pêwendiya xwe bi huqûqa însanî nîne, bi temamî ji xwe ji barekî rizgar bike, dewlet tevdigere.
EGER WEZÎRÊ EDALETÊ NIZANIBE, KÎ DIZANE?
Tûncer bersiva Wezîrê Edaletê ya ji bo pirsa, "Ez nizanim çend kes li gel rapora Tipa Edlî jî nehatine berdan" da û got, "Ev dereweke gelekî mezin e. Eger Wezîrê Edaletê nizanibe kiyê zanibe? Dozgeriyên bicihanîna ceza, bi kê ve girêdayî ne?"
Tûncer diyar kir ku tevî rapora "Nikare li Girtîgehan bimîne" ya Saziya Tipa Edlî jî gelek girtiyên nexweş bi hinceta "ewlekarî" yan jî "rewşa wan ji aliyê rêxistinê ve were bikaranîn" nayê berdan û destnîşan kir ku nîşandana sedema "ewlekariyê" ya ji bo kesekî nikare li girtîgehê bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bike, nêzîkatiya dadgeriyê radixe ber çavan. Tûncer got, "Mirovekî li ber mirinê yê felçbûyî kîjan rêxistin wê bi kîjan sedemê bikar bîne?" Tûncer anî ziman ku ev yek berhema nêzîkatiyeke derveyî mirovahiyê ye û ev yek jî di qanûna bicihanîna ceza de xwe bi awayekî zelal nîşan dide."
REWŞA YÊN GIRTÎ WÊ ÇI BE?
Tûncer ragihand ku Saziya Tipa Edlî yekser bi Wezareta Edaletê ve girêdayî ye, lewma nikare behsa ser bi xwe bûnê bê kirin û diyar kir ku eger li gel rapora vê saziyê jî şertê ewlekariyê tê nîşandan, hingî ev tê wê wateyê, ku hatine nuqteya dawî û dozgerên mora xwe avêtine binê vê berpirsyar in. Tûncer ragihand ku qanûna taloqkirinê xwedî pirsgireke din e û got, "Cezayê mahpûsên nexweş tên taloqkirin, lê ya girtiyan wê çi be? Rewşeke sosrete ku ev sererastkirin ji bo girtiyên nexweş derbas nabe. Em di mînaka Alî Haydar Yilmaz ê felçbûyî de vê dibînin. Yilmaz xwedî rapora "nikare li girtîgehê bimîne" ya Saziya Tipa Edlî ye, lê ji ber ku ne hikumxwar e nayê berdan."
Tûncer bibîr xist ku Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ji Wezareta Edaletê re der barê girtiyên nexweş de nivîs nivîsandiye, lê Wezareta Edaletê ji bilî şandina 18 girtiyên nexweş ji bo girtîgeha Metrîs ti tişt nekiriye û destnîşan kir ku divê tavilê qanûna bicihananîna ceza bi temamî bê guhertin, xala 104. a Destûra Bingehîn ku erka efûYê dide Serokkomar lê niha nayê bikaranîn, bi lezgînîni were bikaranîn.