Serokkomarê Tirk Erdogan 22'yê Kanûnê li Desteya Giştî ya Asayî ya 3'yan a TUGVA'yê axivî û dîsa xwe kire paşmêrê Filistiniyan. Erdogan ku ji xwe re 'Misilmanê comerd' dibêje, têkilî Yahûdiyan got, ''Ew, yê li erdê mêr bin, jin bin, zarok bin didin ber pehînan''.
Erdogan hebûna Îsraîlê bi rengê 'dagirkeriya der yasayî' bi nav kir, helwesta li dij vê sûcdariyê bi derengî neket. Netanyahû di ser hesabê xwe yê Twîtterê re got, ''Erdogan, ê dagirkerê Qibrisê, ku artêşa wî li gundên Kurdan ên nav Tirkiyê û derveyî Tirkiyê jinan û zarokan dikuje, nikare weazan li Îsraîlê bike.''
Li ser van gotinan vê carê berdevkê Erdogan Ibrahîm Kalin axivî. Kalin got, ''Bi ti awayî nikare polîtîkayên dagirker û zilimkar ên Israîlê binixumîne, nikarin Serokkomarê me bêdeng bikin''. Balkêş e, ne Kalin û ne jî Erdogan behsa dagirkeriya dewleta xwe, komkujiyên xwe yên li ser Kurdan, Ermenan û nasnameyên din nekirin.