Deutsche Bahn û rêveberên sendîkayan li hev nekirin

Deutsche Bahn û rêveberên sendîkayan li hev nekirin

Kargeha Rêyên Hesinî ya Elman Deutsche Bahn (DB) û sendîka dikin nakin li hev nakin. Hevdîtinên destpêkê yên li ser temsîla komên pîşeyî, ku di navbera rêveberên DB û sendîkayên EVG û GDL de hatin  kirin, bê encam man.

Li dû hevdîtinên duh êvarê bi dawî bûn de, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rêyên Hesinî û Ragihandinê (EVG) Alexander Kirchner daxuyaniyek da û îdîa kir ku ji ber helwesta Sendîkaya Makînîstan (GDL) encam ji hevdîtinan derneketiye. Kirchner got, "Şensê me hebû ku em pêşî li parçebûna di navbera personelên rêyên hesinî de bigirin, lê belê ji ber dijderketinên GDL, bê encam ma."

Tevî vê lihevnekirinê jî, tê payîn ku hevdîtinên giştî yên di navbera sendîkayan û Deutsche Bahn de, di roja Înê de pêk werin.

Di hevdîtinên duh de, di navbera GDL û EVG ên makînîstan temsîl dikin de, li ser pirsgirêka temsîliyetê nîqaş hatibûn meşandin. Sendîkaya GDL, li gel makînîstên endamên xwe, dixwaze bibe xwedî maf ku li ser xebatkarên komên din ên pîşeyî jî muzakereyê bimeşîne.

EVG jî, ku piraniya xebatkarên Deutsche Bahn endamên wê ne, alîgire ku mafên xebatkaran ne li gorî mafê muzakereyê yê sendîkaya encam bên muzakerekirin, li gorî komên pîşeyî yên lê dixebitin bi awayekî komî werin muzakerekirin.

Sendîkaya GDL dixwaze herî kêm ji sedî 5 heqdestên xebatkarên sendîkayê bê zêdekirin, mercên xebatê werin başkirin û dema kar a heftane bi 2 saetan were kêmkirin û bibe 37 saet. EVG jî dixwaze ji sedî 6 heqdestê karkeran bê zêdekirin.

Di meha bihurî û vê mehê de, li ser banga GDL makînîst ketibûn grevê, di navbera 17-20'ê Cotmehê de grev 50 saetî, beriya du hefteyan jî greva duyemîn 76 saetan dewam kiribû.