Destûr nedan serokê delegasyona Îtalyayê bikeve Tirkiyeyê
Destûr nedan serokê delegasyona Îtalyayê bikeve Tirkiyeyê
Destûr nedan serokê delegasyona Îtalyayê bikeve Tirkiyeyê
Serokê delegasyona Îtalyayê Antonio Olîvîerî ku ji bo tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibe çû Tirkiyeyê, piştî ku li Balefirgeha Ataturk ya Stenbolê hate xwar destpêkê hate binçavkirin û piştre jî hate dersînor kirin.
Antonio Olivieri ku li Îtalyayê dostê gelê Kurd û aktîv xebatê dide meşandin, ji bo tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li Tirkiyeyê bibe çû Tirkiyeyê destûr nehate dayîn. Olivieri ku şeva din li derdora demjimêr 18.45’an de danî Balefirgeha Ataturk ya Stenbolê, ji aliyê polîsên gumrukê ve hate binçavkirin. Piştre bêy ku hincetekê nîşan bidin Olivieri dersînor kirin.
Olivieri bû Îtalyanê duwem ku di nava vê hefteyê de destûr nedan bikeve Tirkiyeyê.
Olivieri têkildarî mijarê daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, ew bi salane li gel gelê Kurd di nava piştevaniyê de ye û sedemê dersînor kirinê jî eve. Olivieri got; “Li vir tenê li dijî Kurdan polîtîkaya krîmînalîzasyonê toneye; kesên biyanî yên piştgiriyê didin gelê Kurd jî tên krîmînalîze kirin.” olivieri da diyarkirin ku ew dê li hemberî vê biryarê tekoşîna hiqûqî bide destpê kirin.