Destûr nayê dayîn karker û wekîla HDP'ê Huda Kaya bikevin nava Cizîrê
Rêveberên Sendîkaya Genel Îş'ê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya hewl didin xwe bigihînin nava Cizîrê, lê destûr ji wan re nayê dayîn.
Rêveberên Sendîkaya Genel Îş'ê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya hewl didin xwe bigihînin nava Cizîrê, lê destûr ji wan re nayê dayîn.
Li Cizîra ku polîsên tevgera taybet di nava 3 rojên dawî de herî kêm 7 mirov qetil kirin, dorpêçî dewam dike.
Li navçeyê xetên elektrîk, telefon û înternetê hatine qutkirin û ketin û derketina navçeyê jî tê astengkirin.
Heyeta ji Sendîkaya Genel Îş'ê ya danê sibehê ji Amedê bi rê ket û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya ya ji Mêrdînê berê xwe da Cizîrê, dikin nakin nikarin bikevin nava Cizîrê.
Ji ber telefon li herêmê nakişîne, ji heyetê û Kaya agahiyeke zelal nayê wergirtin.