'Desthilatdariyê bi zanebûn zerar da TTK'

Saziya Komira kevir a Tirkiyeyê (TTK) ya li Zongûldakê, ku 10 hezar kes lê dixebitin, tê xwemalîkirin. Xebatkarên saziyê diyar kirin ku desthilatdarî bi zanebûn karkeran nagire kar û bi vî rengî dibe sedem ku sazî bikeve zerarê."

Saziya Komira kevir a Tirkiyeyê (TTK) ya li Zongûldakê, ku 10 hezar kes lê dixebitin, tê xwemalîkirin. Xebatkarên saziyê diyar kirin ku desthilatdarî bi zanebûn karkeran nagire kar û bi vî rengî dibe sedem ku sazî bikeve zerarê."

Desthilatdariya ku ji komkujiya madenê ya li Somayê ders dernexist, Saziya Komira kevir a Tirkiyeyê ku di salên 1800'î de li Zongûldakê ava bû, bi hinceta ku xebatên madenkariyê de zerar kiriye, xwemalî dike. Tevî daxwaza sendîkayê jî bi salane karker nayê wergirtin û razemendî lê nayê kirin. Lewma bi awayekî xwezayî sazî zerarê dibîne.

Li saziya ku li Amasra, Karadon, Kozlû, Uzulmez û Armûtçûkê 5 sazgehên xwe hene, bi qasî 10 hezar karker lê dixebitin.

Piştî ku Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz da xuyakirin ku saziya di nava 12 salan de herî zêde zerar kiriye TTK ye, Wezareta Enerjiyê û Musteşariya Xazîneyê ji bo ji nû ve rêxistinkirina saziyê dest bi kar kirin.

Wezareta ku plan dike her pênc sazgehan qedeme bi qedeme xwemalî bike, wê hemû sertîfîkayên di destê saziyê de ne, radestî kargehên taybet bike. Di dema xwemalîkirinê de jî wê karkerên li sazgehê radestî sazgeha din werin kirin.

Piştî ku hemû sazgeh xwemalî bû, nayê zanîn ku wê çi bi karkeran bê û di vê der barê de jî daxuyaniyeke zelal nayê dayîn.

Piştî ku TTK destûrnameyên xwe radestî kargehan kirin, kargehên taybet wê di bin navê wegirtina xizmetê de bibe xwedî wî mafî ku karkerên taşeron li madenê bidin xebitandin.

'TOLA MEŞA MEZIN TÊ HILANÎN'

Ateş Turelî yê 26 sal in li vê saziyê dixebite nerazîbûn nîşanî xwemalîkirinê da û anî ziman ku desthilatdariyê bi zanebûn nehiştiye karker ji saziyê re werin girtin û bi vî rengî zerar daye saziyê. Turelî Meşa Madenkaran a Mezin a salên 1990'î bibîr xist û anî ziman ku hemû desthilatdariyên piştî wê rojê, ji bo qedandina saziyê ketine nava hewldanan. Turelî got, "Ev xwemalîkirin encama polîtîkaya hilanîna tolê ye. Piştî wê meşê, hemû desthilatdarî ji ala vê saziyê tirsiyan û ketin nava lêberîna li rê û rêbazên girtina vê derê. 

'BI ZANEBÛN XISTIN REWŞEKE KU ZERARÊ BIKE'

Ahmet Demîr ê ji TTK teqawît e got, "Sazî bi zanebûn xistin rewşeke ku zerarê bike. Di rewşeke asayî de zerarkirina vê saziyê nepêkane. Me encamên xwemalîkirina baskê kar ê madenê li Somayê dîtin. Bi daxwaza hilberîna hîn bêhtir komirê, bi sedan mirov qetil kirin. Xwemalîkirina madenê bi xwe re mirinê tîne. Ji saziyeke ku dewlet bide xebitandin û jê karê negire, gelo sentora taybet wê çawa jê karê bigire."

'SOMAYÊN NÛ WÊ RÛ BIDIN'

Demîr diyar kir ku xwemalîkirina li madenan wê 'Somayên nû' biafirîne û destnîşan kir ku sektora taybet wê bi nêzîkatiya kara zêde tevbigere. Demîr got, "Xwemalîkirin bi taybetî wê li hemberî karker be. Ev der ji xwe bi ocaxên qaçax ên madenê tijî ye, li wir jî her tim qeza û mirin rû didin. TTK jî wê bikeve vê rewşê. Rêxistinbûyîna sendîkayî ya li vir wê ji hev bên belavkirin û bi pereyekî kêmtir karker werin xebitandin. Ne tenê karker, wê bajar hemû zerarê bibîne. Debara Zongûldakê komir e, li vir bi qasî 300 hezar mirov ji vî karî nanê xwe qezenç dike. Hemû wê belav bibe. Divê xwedî li vê saziyê were derketin. Ji bo Somayên nû rû nedin."