'Desthilatdairya AKP'ê bi qumareke dişibe ya Enver Paşa dilîze'

Rojnamevan-nivîskar Faîk Bûlût diyar kir ku polîtîkayên çavsor û maceraperest ên AKP'ê yên li Rojhilata Navîn bi ser neket, lewma mîna qumara Enver Paşa ya li Kafkasya û Asya Navîn, dest bi lîstika qumarê kiriye.

Rojnamevan-nivîskar Faîk Bûlût diyar kir ku polîtîkayên çavsor û maceraperest ên AKP'ê yên li Rojhilata Navîn bi ser neket, lewma mîna qumara Enver Paşa ya li Kafkasya û Asya Navîn, dest bi lîstika qumarê kiriye.

Bûlût di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de diyar kir, ku piraniya rêveberên AKP'ê ne alîgirê pêkhatina aştiyê ne û got, "Recep Tayyîp Erdogan di dema Serokwezîrtiya xwe de xwest û hewl da 'pêvajoya aştiyê' ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û ji bo rejîmê bi kar bîne."

Bûlût anî ziman ku nûnerên aliyê AKP'ê di hevdîtinên bi heyetên Ocalan-Qendîl û HDP'ê de, hatin nuqteyeke lihevkirinê û got, "Mutabaqata li Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan, encama vê yekê bû. Li gorî agahiyên li ber destê min, piştî îlana vê mutabaqatê wê asta muzakereyê destpê bikira. Êdî ji bo rûniştina heyetên fermî li Îmraliyê, salon û maseya pêwîst hatibû amadekirin. Serokkomar Erdogan, dema ku dît wê muzakere destpê bike, ji nişka ve tirsiya. Ji ber ku niyeta xwe ya rastî, ne muzakere û ne çareseriya pirsgirêkê bû; dixwest meselya Kurd li demeke dirêj belav bike, mijûl bike û bike ku ev yek xizmetê ji armancên wî yên avakirina sîstema serokatiyê re bike. Lewma li dijî Mutabaqata Dolmabahçeyê derket."

Bûlût da xuyakirin, ku Erdogan ê ku dît projeya wî ya Serokatiyê û avakirina herêma ewle, herêma tampon li Sûriyeyê têk çû, hilbijartinên 7'ê Hezîranê nas nekir û anî ziman ku welat neçar hişt di 1'ê Mijdarê de hilbijartinê pêk bîne. Bûlût diyar kir ku Erdogan encama ji vê hilbijartinê dixwest bi dest xist û li şûna aştiyê, ji nû ve pêvajoya şer da destpêkirin.

Faîk Bûlût diyar kir ku polîtîkayên çavsor û maceraperest ên AKP'ê yên li Rojhilata Navîn bi ser neket, lewma mîna qumara Enver Paşa ya li Kafkasya û Asya Navîn, dest bi lîstika qumarê kiriye û ev nirxandin kir:

"Bi hinceta operasyona rizgarkirina Mûsilê re tûgayên xwe yên komando û tank şand Başîka. DYA da xuyakirin, ku planeke xwe ya operasyoneke bi vî rengî nîne. Hikûmetê vê carê îdîa kir ku li ser banga Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û Waliyê berê yê Mûsilê Esil Nuceyfî, hêza xwe ya leşkerî şandiye wê derê. Piştre hat dîtin ku di navbera AKP û PDK'ê de feraseteke lihevkirinê heye. Waliyê berê yê Mûsilê Nûcayfî jî, li gorî raporeke Rêxistina Îstîxbaratê ya Amerîka (CIA) ku pêşkêşî Kongreya AmerÎkayê kir, têkiliya vî walî bi DAIŞ'ê re heye û bi DAIŞ'ê re dixebitî. Di sala 2010'an de bi qasî 40 mîlyon razemenî ji bo vê rêxistinê kiriye. Dema hincetên xwe nehat qebûlkirin û DYA jî destek nedayê, Tirkiyeyê hêzên xwe vekişand û li herêmekê bi cih kir. Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ji bo sedema şandina leşkeran got, 'armanc têkoşîna li dijî rêxistinên terorê ye'. Û diyar kir ku têkoşîna sereke jî wê li hemberî PKK û yên weke wê (dibe ku mebesta xwe PYD be) were dayîn. Tevî vê yekê xwest herêma Êzidiyan, ku PKK li vê derê xwedî bingeheke gel e, ji Êzidiyan paqij bike."

Bûlût bal kişand ser xeteriya têkiliya PDK'ê ya bi AKP'ê re ya di vî warî de û got, "Mijar dema berjewendiyên giştî yên gelê Kurd be, gilîkirina tevgereke din a Kurd li cem serokwezîrê welatekî din, tiştekî ne rast e. Li gorî min, rêveberiya Kurdistanê eger bi têgihiştina 'Di rewşa heyî de hikûmeta Tirk hewcedarê me ye' tevbigeriya, wê nêzîkatiyên hîn rasttir nîşan bida û bêhtir xizmet ji meseleya Kurd bikira. Dibe ku ji hikûmeta AKP'ê re bibe alîkar ku destê xwe ji vî şerê kirêt vekişîne."