Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê wê sibe civîneke awarte li dar bixe
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, ji ber doza girtina partiyê wê sibe civîneke awarte li dar bixe.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, ji ber doza girtina partiyê wê sibe civîneke awarte li dar bixe.
Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî biryara Dadgeha Bilind a têkildarê girtina HDP'ê, li Meclîsê li hev kom bûn. Di civînê de ev biryar hate nirxandin. Wê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn bûldan û Mîthat Sancar, bi awayekî nivîskî daxuyaniyekê parve bikin.
Her wiha Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê dê sibê li Navenda Giştî ya Partiyê civîneke awarte lidar bixin. Piştî civînê jî wê Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay daxuyaniyekê bide.