Destekeke din a ji bo akademîsyenan ji wênevanan hat

Akademîsyenên ji bo Aştiyê ya li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi gotina 'em ê nebin şirîkê vî sûcî' danezanek weşandin û bûn hedefa dewletê, ji wênevanan jî destek dîtin.

Akademîsyenên ji bo Aştiyê ya li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê bi gotina 'em ê nebin şirîkê vî sûcî' danezanek weşandin û bûn hedefa dewletê, ji wênevanan jî destek dîtin.

Ji Tirkiye û gelek welatên cîhanê zêdeyî 250 wênevanan danezanek weşandin û ji bo destekkirina Koma 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' kampanya dan destpêkirin.

Wênevanên gotin, "Em dixwazin şahidiyê ji aştiyê re bikin" di danezana xwe de xwestin, ku şert û merc ji bo muzakereyê werin aamdekirin û rêyên çareseriya aştiyanek û mayînde bên afirandin. Wênevanan dan xuyakirin, ku çarçoveya van daxwazan de divê beriya her tiştî kampanya lîncê ya bi daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan destpê kir, bi dawî bibe.

Kampanya li vê navnîşanê www.barisisteyenfotografcilar.com hat destpêkirin û wênevanên dixwazin destekê bidin kampanyayê, dikarin li malpera Change.org tevlî bibin.