Desteka ji bo HDP'ê mezin dibe: Însiyatîfa 'Deng bide HDP'ê' ava bû

Desteka ji bo HDP'ê ku hêviyeke mezin ji bo gelên Tirkiyeyê afirand, zêde dibe. Înssiyatîfa 'Deng bide HDP'ê' ya li Îzmîrê ava bû, di pêvajoya hilbijartinê de wê li kolan bi kolan bigere û ji bo HDP bendê derbas bike bixebite.

HDP a ku bi desteka ji her derdorê re roj bi roj mezin dibe, bi rêxistinbûyînên nû re jî xurt dibe. Însiyatîfa di bin navê 'Deng bide HDP'ê ava bû jî, wê ji bo HDP bendê derbas bike, bixebite.

Endamên Însiyatîfê armanc û rêbazên xebata xwe ji ANF'ê re vegotin.

Nermîn Sevîm a pîşeyê wê hesabgirî ye anî ziman ku ji bo 'demokrasiya marjînal' ew destekê didin HDP'ê û got, "Ji bo avabûna demokrasiya marjînal ku pêkhatina wê li vî welatî, di van şert û mercan de daxwazeke mezin e, em ê bixebitin. Bi rastî jî ji bo vî welatî divê em şêweyekî demokrasiyê ava bikin, ku her çend ji bo vî welatî marjînal be jî ji bo me pêwîst e."

'DIVÊ JI ROJAVA VE TEVGERA AZADIYÊ YA KURD WERE SILAVKIRIN'

Sevîm anî ziman ku hilbijartinên giştî ji rewşa hilbijartinê derketiye, veguheriye referandûmê û got, "Yanî referandûmeke di navbera 'yên AKP'ê dixwazin û yên AKP'ê naxwazin' de ye. HDP yek ji pêşengên vê pêşbirkê ye. Eger HDP bendê derbas bike, ji AKP'ê herî kêm wê 70 parlamenter bikeve. Ev jî gelekî bi qîmet e... Ev fikarên me ne ji ber tirsa ji AKP'ê ye. Berî polîtîkayên AKP'ê vÎ welatî ber bi kaos û çiraviyê dehf nede, em dixwazin tedbîran werbigirin. AKP alîgir û kadroyên xwe li dora 'zilamê bi tenê' bi tenê dike û ber bi dîktatoriyê ve dimeşe. Pêwîste gel di vî warî de tiştekî bike. Ji ber vê yekê em dibêjin ji bo mûxalefeke xurt girîng e HDP were destekkirin. Ji ber vê yekê me Însiyatîfa 'Deng bide HDP'ê' ava kir. Ez HDP'ê weke partiyeke ku xwe gihandiye hemû mûxalîfan û yên din û demokrasî hezim kiriye. Girîng e em jî bi silavdayînê bersivê bidin vê silavê. Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ked û berdêlên mezin ên ji bo azadiyê, silaveke mezin da gelên Tirkiyeyê. Niha divê em jî ji rojava bersivê bidin vê silavê."

'BI VAN HILBIJARTINAN RE WÊ BI BENDÊ RE DÎKTATORÎ JÎ HILWEŞE'

Nîhal Akyildiz jî diyar kir ku HDP partiya hemû bindestan e û got, "Ji bo dîktatorî bi vê hilbijartinê re tevî bendê hilweşe, em dibêjin dengên me ji HDP'ê re. Em ê standan vekin, belavokan belav bikin, biçin serdana mirovan û bi vî rengî ji bo HDP'ê bixebitin. Serketina HDP'ê li vî welatî tê wateya serketina hemû gelan. Bang li hemû derdorên xwedî aqil û wijdan dikim ku deng bidin HDP'ê. HDP wê bi kadroyên xwe re di vê hilbijartinê de bixebite, lê belê em ê jî li kolanan ji bo HDP'ê ya ji destê me tê bikin."

'HDP BI TENÊ DIKARE DÎKTATORIYA AKP'Ê HILWEŞÎNE'

Alî Nakadoglû yê bi eslê xwe ji Bûrsayê ye ragihand ku HDP ji bo gelên li Tirkiyeyê hêviyeke mezin e û got, "HDP niha yekane partiya xwedî bernameya demokratîk a li Tirkiyeyê ye... Her wiha bêyî bêjim HDP'yîme yan jî ne jê me, ez dengê xwe didim HDP'ê. Ji ber ku niha hevsengiya welatê me ber bi dîktatoriyê ve diçe. Ji bo ev hevsengî careke din ber bi aliyê gelan ve biçe, HDP bi rastî jî mîna rojê hiltê. Hêvîdarim wê di van hilbijartinan de hilê. Em ê bi xebateke hevpar berhema cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê benda hilbijartinê hilweşînin û rojên bedew bibînin. Ji dil ji vê bawer dikim."

JI BO DENGÊ XWE BIDE HDP'Ê DIYA XWE ÎQNA KIR

Nakadoglû da zanîn ku ji bo HDP'ê ew her qadê bikar tînin û dixebitin û got, "Di ser medya civakî re em xebatên xwe dewam dikin. Li gel vê, em bi mirovên nas dikin re diaxivin û HDP'ê vedibêjin. Em HDP'ê rave dikin ku ji bo Tirkiyeyê şensekî çawa yê mezin e. Mînak ez îro bi diya xwe re peyivîm û min w îqna kir. Em ê ji hemû kesên nas dikin deng bixwazin. Ji ber ku eger ev keştî binav bibe, bi tenê yên derfetên xwe hene wê rizgar bibin. Gel dîsa wê ji ber bê derfetiyê bifetise. Em ê destûrê nedin vê."

...