Desteka AKP'ê ya ji bo çeteyan di belgeyên dadgehê de cih girt

Dozger Azîz Takçi di parastina li dadgehê de mukur hat ku dewleta Tirk destek daye çeteyên DAIŞ'ê. Dozger diyar kir ku di teqîna li Reyhanli de rola MÎT'ê heye.

Dozger Azîz Takçi di parastina li dadgehê de mukur hat ku dewleta Tirk destek daye çeteyên DAIŞ'ê. Dozger diyar kir ku di teqîna li Reyhanli de rola MÎT'ê heye.

Desteka dewleta Tirk a ji bo dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê bi qeydên dadgehê re piştrast bû. Dozger Azîz Takçi di parastina xwe ya 7'ê Gulanê ya li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê de belgeyên li ser desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê danî holê. Dozger Takçi ku TIR'ên MÎT'ê yên çek dibirin ji çeteyan re li Edeneyê da sekinandin, anî ziman ku di van TIR'an de wî çek, topa 155'yî, çeka li dij balafirê û cebilxane dîtiye.

Dozger Takçi ragihand ku wesayîtên hatin sekinandin li ser kesekî ji El Qaîdeyê ku lê dihat gerîn, qeydkirî bû.

Dozger Takçi anî ziman ku di teqîna li Reyhanli de ku 52 kesan jiyana xwe ji dest dan rola MÎT'ê heye.