Destê heyeta Tirk ma li hewa: Dolar bilind dibe, lîreyê Tirkiye dikeve

Rojnameya Wall Street Joûrnal, diyar kir ku heyeta Tirkiyeyê ya ji bo li DYA’yê hevdîtinê pêk bîne bi ser neket. Li ser vê dolar bilind bû û gihişte 5,44’an.

Lîreyê Tirkiye li bermaber Dolar û Eûro her ku diçe qîmetê xwe winda dike.

Dolar îro gihişte 5,44T TL, Eûro jî xwe li 6,31 TL da.

Ji beriya vê bilindbûna nirxê dolar û eûrû rojnameya Wall Street Joûrnal diyar kir ku heyeta Tirk a ji bo bidawîkirina kirîza pastor Brûnson berê xwe dabû DYA’yê bi ser neket.

Rojnameyê destnîşan kir ku rêveberiya Serok Dewlet Donalt Trûmp gihiştiye nuqteya pêkiriyên nû.

Kongreya DYA’yê firotina balafirên F-35 dabû sekinadin, Rêveberiya Trûmp jî li ser wezîrên Tirk biryara pêkiriyê girtibû.