Destê girtiyê nexweş girêdan û êşkence li wî kirin!

Girtiyê nexweş Mehdî Boz di dema sirgunê de ji ber ku lêgerîna tazî red kir, şîddet lê hate kirin. Boz ê ku parsûyên wî êşiyane, şertên êşkenceyê li ser wî tê ferzkirin. Boz di hucreyeke yekkesî de ye û tedawiya wî nayê kirin.

Rejîma AKP/MHP’ê li girtîgehan hiqûqa dijminatiyê didomîne.

Girtiyê nexweş ê bi navê Mehdî Boz ê ku dema ji Girtîgeha Bunyanê ya Kayseriyê sirgunî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin, ji ber ku di dema sewqê de lêgerîna bi tazî qebûl nekir, şîddet li wî hate kirin. Boz ê ku penceşêre bezê tîroîdê, KOAH, tansiyon û nexweşiya gurçik, mîde û prostatê pê re heye, ji ber şîddetê parsûyên wî êşiyane.

PARÊZER: DEST Û PIYÊ WÎ HATIYE GIRÊDAN Û HATIYE DERBKIRIN

Parêzerê wî Hasan Akkûz ê ku çû serdana Boz ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got, “Dema ku ew anîne Girtîgeha Xarpêtê lêgerîna tazî li ser wî hatiye ferzkirin. Ji ber ku wî ev tişt red kiriye, dest û piyê wî hatiye girêdan û ew derb kirine. Parsûyên wî yên aliyê rastê têra xwe êşiyane. Ji dema ku ew anîne, hê jî êşên wî didome. Boz xwestiye biçe nexweşxaneyê û ew şandina Nexweşxaneya Lêkolînê ya Xarpêtê. Bijîşk li vê derê diyar kiriye ku parsûyên wî êşiyane û ew sewqî beşeke din kiriye. Lê jendirmeyan ji dêvila ku wî bibin beşa din a nexweşxaneyê, Boz dîsa birine girtîgehê. 9 roj derbas bûye ku ew nebirine beşa din a nexweşxaneyê.”

‘DI HUCREYÊ DE TEDAWIYA WÎ NAYÊ KIRIN’

Parêzer Akkûz diyar kir, ligel ku odeyên ji bo sê kesan heye jî Boz di hucreyeke yekkesî de ye û di heman demê de ji bo mehekê cezayê telefon û ragihandinê li Mehdî Boz hatiye birîn. Parêzer Hasan Akkûz diyar got ku “Gelek nexweşiyên Mehdî Boz hene lê tedawiya wî nayê kirin.”