Dest danîn ser keştiya tije çek a Tirkiyeyê ku diçû Nîjeryayê

Keştiya tije çek a Tirkiyeyê ku diçû Nîjeryayê ji aliyê polîsên Nîjeryayê ve hate desteserkirin.

Berdevkê Îdareyê ya Gumrika Nîjeryayê Joseph Httah, diyar kir ku polîsên Nîjeryayê li Bedera Lagos dest danîne ser keştiyekî tije çek a Tirkiyeyê. Li gorî nûçeya Ajansa Spûtnîk a Rûsyayê, Attah diyar kir ku keştî ji Tirkiyeyê bi tê ketiye, anî ziman ku cihên ku çek lê hatine veşartin bi rûn hatibûn dagirtin.

Attah, di daxuyaniya xwe de got: “Li ser agahiyên servîsa sîxûriyê rêveber, li Lagosê li keştiyekê de lêgerîn dan destpêkirin. Di encama lêgerînê de 440 çekên pompe çekên din hatine desteserkirin.”

Di meha Çileyê de li Bendera Logas li kamyonekê de 661 çekên pompe hatin girtin. Li Nîjerya ya ku bi rêxistina terorî ya Boko Haram a bi nêzîkatiya li gel çeteyên DAIŞ’ê tê zanîn, gelek rêxistin di nava şer de ne.

Têkildarî çekên ji Tirkiyeyê çûne, nehat zanîn ku ji bo kê çûne.