‘Deshilatdariya AKP'ê ji hînbûna rastiyan ditirse’
‘Deshilatdariya AKP'ê ji hînbûna rastiyan ditirse’
‘Deshilatdariya AKP'ê ji hînbûna rastiyan ditirse’
Rojnamevana Swêdî Sara Olsson a di 29'ê Hezîranê de li Taksîmê di dema xwepêşandanan de hat binçavkirin û dûre hat dersînorkirin, hukûmeta AKP'ê bi binpêkirina azadiya raman, çapemenî û xwepêşandanê sûcdar kir. Olsson hukûmeta Swêdê jî bi bêdengiya li hemberî êrîşan tewanbar kir.
Olsson li Stockholmê ji me re axivî û diyar kir ku ji bo xwepêşandanên li Parka Gezî destpê kir û li gelemperiya welêt belav bû bişopîne û ji medya Swêdê re ragihîne çîye Tirkiyê, lê belê ji aliyê hukûmeta AKP'ê ya ji hînbûna rastiyan a raya giştî ya rojava ditirse ve, hatiye dersînorkirin.
Olsson da xuyakirin ku dema polîsan li Qada Taksîmê bi bombeYên gaz û îsotê êrîşî girseya gel a xwepêşandanên aştiyene lidar dixist kir, wê hewl da xwe biparêze lê belê ji aliyê kesekî sivîl ve hatiye binçavkirin û tişta hat serê wê bi van gotinan anî ziman:
'MIN GOT QEY WÊ MIN BIPARÊZIN'
"Ji her deverê bombeyên gazê û fîşekên plastîk dibariyan. Bi hevalê xwe yê Tirk re ji bo xwe ji êrîşan biparêzin, em li pişt bûn. Di wê demê de polîsekî dest bi lêdana hevalê min kir. Du kes hatin ketin bin çengên min û min kişandin. Min destpêkê got qey ew xwepêşandêrin û dixwazin min biparêzin. Lê dema herdu milên min tewand, min fêm kir ku polîsên sivîl in. Bi kaşkirinê re ez birin otobusekê û destên min ji pişt ve keleçe kirin. Min ji wan pirsî ka çima min dibin, lê bersiv nedan."
Olsson ragihand ku dema ew birin stasyona polîsan tiştek jê re nehatiye gotin û sedema binçavkirina xwe rojek piştre hîn bûye. Olsson got, "Di warê fîzîkî de ti zext li min nehat kirin. Lê belê rewşa xumamî, min tirsand. Min nizanîbû ka çima, min xistine binçavan û wê çi bê serê min. Ev bi xwe min dixist nava gumanan. Rojek piştre saet li dora 15.00 de polîs hatin. Min sûcdar kirin ku li dijî hêzên ewlekariyê derketime û bi Tirkî gotinên nebaş ji Serokkomar re gotime. Parêzerê min jî li wir bû. Got, "Sarah bi Tirkî nizane, wê çawa karibe gotinên nebaş bêje" û keniya. Min li dijî polîsan li ber xwe neda. Ji xwe di dîmenan de jî bi awayekî zelal xuay dike. Ev îdîa cihê pêkenokiyê ye."
'NE JI BER RAST HATINÊ, JI BER BIYANÎ BÛM HATIM BINÇAVKIRIN'
Olsson diyar kir ku ew ne ji be rasthatinekê, lê ji ber biyanÎ bû hatiye binçavkirin, ji aliyê polîsan ve demekê hatiye şopandin û dîmenên wê hatine kişandin.
Olsson da xuyakirin ku dozgerî bêyî derxîne dadgehê ew serbest berdaye, lê belê polîsan careke din ew birine qereqola polîsan û anî ziman, ku li qereqolê hin dokûman pê re dan morkirin û ew veguhestin avahiyeke biyaniyên bi awayekî bê qanûnî dikevin nava welêt û ji wir tên dersînorkirin.
Olsson ragihand ku piştî çend saetan polîsan ew ji wê derê girtine, birine balafirgehê û dersînor kirin. Olsson destnîşan kir ku tevî dozgeriyê ew bêsûc dîtiye û serbest berdaye jî, dersînorkirina wê ji aliyê polîsan ve bêhuqûqî ye û anî ziman ku parêzerê wê li dijî vê bêhuqûqiyê serî li dadgehê daye.
Olsson da xuyakirin ku wê digot qey Tirkiye welatekî demokratîk e, li gel rexneyên li medyayê jî rewş ewçend ne xedar e û got, "Eger min zanîbûya rewş weha ye, ez nediçûm Tirkiyê."
'WEZARETA KARÊN DERVE YA SWÊDÊ, AGAHIYÊN ŞAŞ DA ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ'
Olsson da xuyakirin ku dema ew vegeriya Swêdê û daxuyaniyên rayedarên Karên Derve yên Swêdê bihîst, ew matmayî ma û diyar kir ku piştî hat binçavkirin wezîfedarên Konsolosa Swêdê pê re têkilî çê nekirine û gava ew derket pêşberî dozgeriyê li wezîfedarekî konsolosê rast hatiye.
Olsson ragihand ku daxuyaniyên Wezareta Karên Hundur ên digotin "Di dema binçavkirinê de rayedarên konsolosê pê re hevdîtin kirine, parêzer girtine û ji bo vegera Swêdê bilêt kirîne" ne rast in û destnîşan kir ku rayedaran raya giştî xapandine.
Olsson diyar kir ku parêzer ji aliyê hevalê wê ve hatiye girtin, bilêta vegera Swêdê ji aliyê rayedaran ve hatiye kirîn, lê belê gava gihaştiye Swêdê jê re hatiye ragihandin ku divê ew bi xwe heqê bilêtê bide û dema vegeriyaye jî, ji Wezareta Karên Derve kesî pê re têkilî çê nekirine.
Olsson da xuyakirin ku wê piştgiriyeke xurt ji Tirkiyeyiyên li Swêdê dijîn dîtiye û axaftina xwe weha dewam kir: "Gelek Tirkiyeyiyên li Tirkiye û Swêdê, li dû dersînorkirinê li min geriyan û xemgîniya xwe anîn ziman. Gelekan ji wan ji ber mûameleya li hemberî wê hatiye kirin, li ser navê Tirkiyê lêborîn xwestin. Min ji wan re got, ku wan tiştekî lêborînê bixwazin nekirine, yê divê lêborînê bixwaze hukûmeta Tirk a azadiya çapemenî, raman û xwepêşandanê binpêkiriye û hukûmeta Swêdê ya li hemberî wê bêdeng maye ye."
Olsson diyar kir ku ji ber eleqeya medya Swêdê ya li bûyerên li Tirkiyê, kêfxweşiya xwe anî ziman.
'DIVÊ SWÊD ÊRÎŞAN ŞERMEZAR BIKE, DAXWAZA SERBESTBERDANA GIRTIYAN BIKE'
Olsson da xuyakirin ku ew bûye şahid ku li Tirkiyê rojnamevan di şert û mercên gelekî giran de dixebitin û anî ziman ku ewê ji bo rewşa rojnamevanên girtî ji raya giştî re ragihîne, hemû derfetên xwe bikar bîne û got;
"Ez du rojan di hucreyê de mam. Lê belê gelek hempişeyên min hene bi mehan û bi salan di girtîgehê de ne. Lê ew ne bi tenê ne. Hem li Tirkiyê hem jî li vê derê gelek mirov hene ji bo wan têdikoşin. Ji bo parastina azadiya ramanê û sebestberdana hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehan, divê em li vê derê hîn bêtir têbikoşin."
Olsson bêdengiya hukûmeta Swêdê ya li bûyeran rexne kir û got, "Divê Swêd, êrîşên li xwepêşandana bi awayekî vekirî şermezar bike û daxwaz bike ku girtî serbest bên berdan."