Dêrsimî li dijî talan û diziyê meşiyan
Dêrsimî li dijî talan û diziyê meşiyan
Dêrsimî li dijî talan û diziyê meşiyan
Li Dêrsimê enamên Platforma Ked û Demokrasiyê, li dijî dizî, talankirin û wêrankirina ku destê wezîrên AKP'ê jî di navde heye meşek girseyî pêk anîn.
Komek endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê, bi meşek girseyî nelirêtî û diziya ku bi destê zarokên wezînên AKP'ê pêk hat şermezar kirin. Koma ku li Kolana Hunerê civiyan, heta avahiya AKP'ê meşiyan. Komê di meşê de pankart û dirûşmeyên ku hikûmeta AKP'ê şermezar dikir vekir û qêr kirin. Di meşê de Serokê EMEP'ê yê Dêrsîmê Mustafa Taşkale, daxuyani da û xwest hemû kesên berpirsiyar îstîfa bikin û van bûyeran ronî bikin.
Taşkale, anî ziman ku ji bo hemû dizî û ruşvetên hatine kirin ronî bibe dê têkoşînê bidin.