Derewa AKP'ê ya kreş!
Derewa AKP'ê ya kreş!
Derewa AKP'ê ya kreş!
Hikûmet sozê dide ku ji bo her saziya gelemperiyê kreşê veke. Lê belê ji ber polîtîkaya taşeronkirinê ya hikûmetê, hema bêje karkerên gelemperiyê qet nemane. Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû da xuyakirin ku bi tenê li qada tenduristiyê 150 hezar karkerên taşeron dixebitin û got, "Ev karkerên taşeron jî, ji sûdwergirtina mafê kreşên li nexweşxaneyên gelemperiyê yên lê dixebitin, bêpar in."
Li gorî "Pakêta Îstîhdama Jinê" ku tê apyîn Serokwezîr Erdogan li dû cejnê aşkera bike, dê li hemû cihên kar ên gelemperiyê kreş werin vekirin. Şert û mercên sûdwergirtina ji kreşê hînê nehatine aşkerakirin.
Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) û Seroka Giştî ya Dev Saglik-Îş'ê Arzû Çerkezoglû da xuyakirin ku guhertina hikûmetê ya 'li her qadên kar ên gelemperiyê kreş' ne rasteqîn e.
'LI HOLÊ KARKERÊN GELEMPERIYÊ MANE?'
Çerkezoglû pirsa "Ma we karkerên gelemperiyê li holê hiştin?" pirsî û got, "Bi vê rêveçûnê re dê li qada gelemperiyê karkerên gelemperiyê nemîne. Çerkezoglû ragihand ku hem li qada gelemperiyê hem jî li cihên kar ên bi ewlekariya taybet, îstîhdam li ber tinebûnê ye û ji qada tenduristiyê mînak da: "Li qada kar a tenduristiyê zêdeyî 150 hezar karkerên tenduristiyê yên taşeron hene. Ti ji karkerên taşeron nikarin ji kreşên li nexweşxaneyên lê dixebitin, sûdê werbigirin. Li qada gelemperiyê kar hene ku kreş dê werin çêkirin. Ti pêwendiya van bi jiyana rasteqîn nîne. Ti ji karkera jin a taşeron, nikare ji kreşê sûdê werbigire. Ji bo karkerên jin ên taşeron ji mafê kreşê sûdê werbigire, me bi mehan çalakî lidar xistin. Lê belê di vê der barê de gaveke biçûk jî nehat avêtin. Mafên di pakêtê de behsa wan dike, bi tenê beşeke kêm a karkerên jin dikarin jê sûdê werbigirin."
Çerkezoglû bibîr xist ku hêza sermiyanê û hikûmet dixwaze asta îstîhdama jinê ya li Tirkiyê kêm e, derxîne asta navîn a gelemperiya cîhanê û got, "Lê belê naxwazin vê yekê bi prensîbên bi ewle û heqdestê wekhev ji karê wekhev re, bike. Hêza sermaye her tim dixwaze jinan ji mêran erzantir û bê ewle bixebitîne."
'JIN HÊZA ERZAN A KAR E'
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû da xuyakirin ku hewldana hêza sermayeyê ya ji bo tevlêkirina hêza jinê li nava bazara kar, ji bo hêza kar a erzan peyda bike ye û gotina Erdogan a digot "3-5 zarokan çê bikin" bibîr xist. Çerkezoglû got, "Bi teşwîka çêkirina 3-5 zarokan re dixwazin hêza kar a erzan a piştî 20 salan jî ewle bikin. Bi vî rengî ji jinan dixwazin hem zarokan bînin dunyayê hem jî di şert û mercên bê ewle de keda xwe tevî bazara kar bikin."
Çerkezoglû ragihand ku destûra 16 hefteyan a piştî çêbûna zarok, dibe 18 hefte û got, "Bi vê yekê re, piştî çêbûna zarok, xebateke ji nîvê demê tê ferzkirin. Ev guhertin, ji pakêta ku hikûmet dixwaze piştî cejnê têxe rojeva meclîsê serbixwe nîne. Bi vê pakêtê re dixwazin bi rêya dewirkirina fonê re tazmînata qidem bê rakirin, buroyên taybet ên îstîhdamê bên vekirin û qanûna taşeron were derxistin."
Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezolgû da xuyakirin ku ewê li dijî her du pakêtên hikûmetê di nava têkoşîneke mezin de bin û anî ziman ku li dijî "pakêta îstîhdama jinê" ew weke DÎSK, KESK û rêxistinên din ên kedê li gel rêxistinên jinan beriya cejnê hatin cem hev û wê piştî cejnê jî li hev kom bibin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.