Derbarê parlementerên HDP’ê 30 fezlekeyên nû hatin amadekirin

Ji bo ku destnedayina parlementeran were rakirin 31 fezleke şandin meclîsê. 30 fezleke li ser parlementerên HDP’ê ne.

Ji bo ku destnedayina parlementeran were rakirin 31 fezlekeyên nû şandin meclîsê. 30 fezleke li ser parlementerên HDP’ê ne. Fezleke ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî re jî şandine.

Derbarê 19 parlementeran 30 fezleke şandin. Parlementerên HDP’ê yên ku bûne hedef ev in: Pervîn Bûldan (1), Sezaî Temellî (5), Dîlan Dirayet Taşdemîr (3), BerdanOzturk (3), Ayşe Surucu (1), Semra Guzel (1), Nîmetûllah Erdogmûş (1), Mûazzez Orhan (3), Remziye Tosûn (1), Gulistan Kiliç Koçyîgît (1), Dêrsim Dag (1), Ayşe Acar Başaran (1), Salihe Aydenîz (2), Mûrat Sarisaç (1), Saît Dede( 1), Hişyar Ozsoy (1), Huda Kaya (1), Habîp Eksîk (1), Abduûlah Koç (1).