Derbarê parlementerê HDP’ê Onlu fezleke hate amadekirin

Fezlekeya derbarê parlementerê HDP’ê Alîcan Onlu hatibû amadekirin ji Wezareta Dadê re hate şandin.

Fezlekeya ji bo destlênedana parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu hatibû amadekirin, ji Wezareta Dadê re hate şandin. Serdozgeriya Komarê ya Dersimê lêpirsîna derbarê Onlu qedand û fezleke amade kir. Di fezlekeyê de ji ber xalên “endamtiya rêxistinê” û “propagandakirina rêxistinê” hate xwestin ku bila destlênedana Onlu were rakirin. Fezlekeya ku hate amadekirin ji Wezareta Dadê re hate şandin. Derbarê naveroka fezlekeyê ti agahî nehatin wergirtin.

Wesayîta parlementerê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu di 10’ê Hezîranê de li nuqteya jendirmayan a têketina Dersimê hatibû sekinandin. Ji ber sekinandina nîvsaetê li vê derê nîqaş derketibû. Serbaz ji Onlu re gotibû, “Tu ne parlementerê min î, ez te wekî parlementer qebûl nakim, parlementerên HDP’ê terorîst in”û Onlu gilî kiribû û bi vê gilîkirinê re lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Amadekirina fezlekeyê ya derbarê Onlu ya piştî vê bûyerê balê dikşîne.