Derbarê 5 wekîlên HDP’î lêpirsîn destpê kirin

Serdozgeriya Wanê di derbarê Parlementerên HDP’ê Bedran Ozturk, Mûazzez Orhan Işik, Sezaî Temellî, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç de , lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê di derbarê Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bedran Ozturk ê 8’ê Çileyê li Wanê daxuyaniyek da bû, parlementerê Wanê Sezaî Temellî, Mûazzez Orhan Işik, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç de jî bi hinceta parvekirinên li ser tevnên dijîtal lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozger ê derbarê her 5 wekîlên HDP’î bi hinceta ‘Biçûkxistina gelê Tirk û dewleta komarê ya Tirk, dîsa sazî û dezgehên dewletê’ û ‘tehrîkirina gel a kîn û dijminahiyê’ lêpirsîn da destpêkirin, dosyayên wan jî bi biryara ‘veşariyê’ şande Buroya Lêpirsîna Sûcên Parlementeran a Serdozgeriya Komarê ya Enqerê.