Der heqê nivîsandina nameyan de li dijî girtiyan birya hat dayîn
Der heqê nivîsandina nameyan de li dijî girtiyan birya hat dayîn
Der heqê nivîsandina nameyan de li dijî girtiyan birya hat dayîn
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku girtiyên li girtîgehan sirûdan bêjin, dirûşman biqîrin, cezakirina wan dewam bike. Daxwaza betalkirina xala "Mafê girtin û şandina name, faks û telgraf a hikumxwaran' diguherîne jî, hat redkirin.
Dadgeha Destûra Bİngehîn, daxwaza betalkirina hikmê qanûna ku cezayê navgînên ragihandinê li girtiyên li girtîgehan sirûd gotine û dirûşme qîriyan e qedexe dike, betal kir.
Dadgeriya Înfazê ya Sîncanê, cezakirina girtiyan ji ber sedema qîrîna dirûşmeyan û gotina sirûdan li dijî Destûra Bingehîn dît û bi daxwaza betalkirinê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû.
Lê belê Dadgeha Bilind ev daxwaz nirxand û hikum da ku cezayê li hemberî çalakiya mijara gotinê tê dayîn ne li dijî Destûra Bingehîn e û daxwaza betalkirinê red kir.
ASTENGKIRINA MAFÊ RAGIHANDIN Û TÊKILIYA BI DERVE RE DÊ DEWAM BIKE
Serlêdaneke din a ku Dadgeha Destûra Bingehîn der heqê wê de biryar da ji Dadgeha Înfazê ya Çankiri hatibû. Daxwaza betalkirina xala 'mafê girtin û şandina name, faks û telgrafê ya hikumxwar' diguherîne, hat redkirin.