Der barê parlamenterên HDP'yî fezlekeya 'Efrînê' hate amadekirin
Der barê parlamenterên HDP'yî Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan û Lezgîn Botan de, ji ber parvekirinên xwe yên li ser Efrînê yên li medya civakî fezleke hate amadekirin.
Der barê parlamenterên HDP'yî Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan û Lezgîn Botan de, ji ber parvekirinên xwe yên li ser Efrînê yên li medya civakî fezleke hate amadekirin.
Ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî yên der barê Efrînê, bi îdîaya "propaganda rêxistinê" der barê 3 parlamenterên HDP'yî de fezleke hate amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê îdîa kir ku parlamenter Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan û Lezgîn Botan 'nivîs û wêne-dîmenên destekê didin rêxistinê' parve kirine.
Fezleke ji Wezareta Edaletê re hate şandin.