Der barê Kobanê de li Viyana panel hat lidarxistin

Der barê Kobanê de li Viyana panel hat lidarxistin

Li paytexta Awûstûrya Viyana der barê berxwedana Kobanê de panelek hat lidarxistin. Her wiha Kurdên li Viyana wê ji sibe û pê ve li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Viyana greva birçîbûnê ya bêdem bê destpêkirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bi çalakiyan tê protestokirin. Li paytexta Awûstûrya Viyana li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) Kurdistanî ji sibe û pê ve dest bi greva birçîbûnê dikin. Her wiha Viyana têkildarî berxwedana Kobanê panelek hat lidarxistin.

Di panela ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Viyana (DKTM) ve hat organîzekirin gelek Kurdistanî, saziyên civaka sivîl, nûner û endamên komeleyên Tirkiyeyê jî amade bûn.

Di panela bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, Hevseroka DKTM Rojda Erzîncan axaftina despêkê kir. Rojnamevan û aktîvîst Berfîn Hezil jî di axaftina xwe ya panelê de ji roja şoreşa Rojava heta roja me ya îro berxwedana Kobanê nirxand.

Hezil got, “Tirkiye ne tenê materyal û alîkariya tibî dide DAIŞ’â êrîşî Kobanê dike, di heman demê de bi panzer û cebilxaneyan tevlî şer dibe.”

Piştî nirxandinên Hêzil, beşdaran der barê rewşa niha, berxwedana Kobanê û rewşa giştî ya siyasî pirs kirin.  

SIBE LI BER NÛNERTIYA NY GREVA BIRÇÎBÛNÊ DESTPÊ DIKE

Li gel vê sibe saet 10.00’an li ber Nûnertiya NY a Viyana bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê greva birçûbûnê wê destpê bike. Di greva birçîbûnê ya ji aliyê DTKM û Komeleya Jinan a Kurd a Avesta ve tê lidarxistin de tê xwestin ku der barê êrîşên li hember Kobanê de NY bi wezîfeyên xwe rabe.