Denmarkê 2 DAÎŞ'î ji welatîbûnê derxist

Denmarkê 2 çeteyên ku çûbûn Sûriyê nav refên DAÎŞ'ê ji welatîbûnê derxist. Ji bo ku 2 DAÎŞ'iyên din jî werin derxistin xebat didomin.

Hikûmeta Denmarkê 24'ê Cotmehê yasayek  li parlamentoyê derxistibû ku bi vê yasayê re rê lê dihate vekirin kesên ku ji bo ewlehiya welêt taloke ne ji welatîbûnê werin derxistin.

Yasaya bi navê Yasaya Lezgîn wê rayeyê dide Seroktiya Biyaniyan û Entegrasyonê ku kesên tevlî nav DAÎŞ'ê û rêxistinên çete yên mîna wê bûne ji welatîbûnê derxîne.

Di yasayê de tê gotin kesên ku tevlî nav rêxistinên DAÎŞ'ê û mîna wê bûne ji bo ewlehiya Denmarkê taloke ne.

Serokê Biyaniyan û Entegrasyonê Mattîas Tesfaye ragihand 2 DAÎŞ'î ji welatîbûnê hatine derêxistin.

Tesfaye derbarê nasnameya kesên ku ji welatîbûnê hatine derêxistin got ew ê ti agahiyê nedin û got, ''Kêfxweş im ku yasa hatiye bicihanîn.''

Tesfaye her wiha got biryara ku wezaretê dayî îdarî ye û kesên ku ji welatîbûnê hatine derêxistin dikarin li dadgehê îtîraza xwe bikin.

Rojnameya Berlîngske Tîdenge got yek ji kesê ku ji welatîbûnê hatî derêxistin welatiyê Tirkiyê ye, navê wî S.K ye û beriya niha ji ber ku tevlî DAÎŞ'ê bûye û sûcê terorê kiriye hatibû mehkûmkirin.

S.K 2013'an ji Radio24syv re axivîbû û gotibû di ser sînorê Tirkiyê re tevlî nav DAÎŞ'ê bûye, ji bo ''li dijî kafiran şer bike'' çûye Sûriyê û ji xwe re ''cîhadî'' gotibû.

Li gorî rojnameya Berlîngske Tîdeng li gel ku Denmarkê bi înterpolê lê digeriya jî S.K li Tirkiyê nehate girtin, hê jî S.K li Tirkiyê ye û ji bo ku vegere Denmarkê hewl daye ku pasaporta bihurînekî bistîne lê nedanê.

WÊ ZAROKÊN DAÎŞ'IYAN JÎ JI WELATÎBÛNÊ WERIN DERXISTIN

Hikûmet û Partiya Gel a Denmarkê ya li muxalefetê beriya niha li hev kiribûn ku zarokên DAÎŞ'iyên ku li derveyî welêt çêbûne jî ji welatîbûnê werin derxistin, niha hin partî dixwazin zarokên DAÎŞ'iyan ên ku li Denmarkê çêbûne jî ji welatîbûnê werin derêxistin. 
Li gorî Radîo24syv li Kampa El Holê ya bi kontola QSD'ê ji Denmarkê 7 jin û 14 zarok hene.