Denîz Kaya: Ruhê berxwedanê em anîn vê rojê

Denîz Kaya: Ruhê berxwedanê em anîn vê rojê

Denîz Kaya ku li ser navê gerîlayên PKK û PAJK'ê ên girtî bi boneya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de daxuyaniyek da got: "Em bi saya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, pêşengên partiya me PKK'ê û şehîdên me yên ezîz hatine vê jê rojê."

Denîz Kaya ku li ser navê gerîlayên PKK û PAJK'ê ên girtî bi boneya 31'emîn salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya li ser navê "Ji gelê me yê leheng re" hatiye weşandin de, Kaya wiha got: "31 sal beriya niha, faşîzma 12'ê Îlonê xwest partiya me PKK'ê di zîndanê de tune bike, teslîm bigire û arasteyî îxanetê bike. Pêşengên partiya me Mazlûm Dogan, Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akîf Yilmaz bi berxwedana dîrokî ya 14'ê Tîrmehê ev helwest vala derxist. Li derve pel jî wê demê nediliviya. Faşîst Esat Oktay Yildiran digot, 'Ez ê wisa bikim ku, dema ez deriyan vekim jî hûn ê nexwazin derkevin derve'. Bi vî şeklî wî dixwest me arasteyî îxanetê bike ku em nikaribin derkevin nava gelê xwe. Lê berxwedanê ev jî vala derxist. Li hemberî îxanetê em heta hucreyên xwe yên dawî hînê berxwedanê bûn. Kemal Pîr bi gotina 'Bi qasî em di oxura wê de bimirin, ji jiyanê hez dikin’, Xeyrî Durmuş bi gotina 'Li ser gora min, deyndarê gelê xwe ye binivisînin' berxwedan bi ser xistin û gihişt vê rojê."

Di daxuyaniya ku hat gotin: "Ji ber ku em gihandine van rojan, ji ber ku bê ka di şert û mercên ew çend zor de çawa mirov li ber xwe dide fêrî me kirine û cewhera berxwedanê nîşanê me dane , em deyndarê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, qadroyên pêşeng ên partiya me PKK û şehîdên me yên qedirbilind in. Bi vê wesîleyê di serî de em şehîdên 14'ê Tîrmehê bi minnetdarî bi bîr tînin, em soza girêdana xwe ya ji bo şehîdên xwe û partiya xwe PKK û PAJK'ê tînin ziman, em dîsa soz didin ku em ê têkoşîna wan bidomînin û ji bo azadiya gelên Kurdistanê bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê em ê bi ser bikevin."

Daxuyanî bi van hevokan bi dawî dibe: "Di mijara tenduristiya Rêber Apo de, heke  dewlet bi rastî jî dixwaze li gorî pêvajoya çareseriyê tevbigere, karê ku destpêkê bike ew e ku divê tavilê destûr bide heyeteke doktoran biçe cem Rêber Apo. Divê ku dewlet bi vê yekê baş zanibe ku pêşketina pêvajoya çareseriyê û gihiştina encamê ji bê ka çawa nêzîkî Rêber Apo dibe re derbas dibe. Heta ku Rêber Apo dîl bê girtin dê tu carî aştî neyê ser van axan. Ji ber van egeran divê hukûmet şert û mercên heyeteke doktorên serbixwe tavilê biçe Îmraliyê û tedawî jî ji aliyê heyeta doktorên serbixwe were kirin, biafirîne. Em bang li hemû gelê xwe, li saziyên civaka sivîl, sazî û dezgehên demokratîk û li gelê Tirk dikin bila bi hestyar tevbigerin û bertekên xwe bi awayekî berztirîn bînin ziman. Em dîsa bang li hemû gelê xwe û bi taybetî jî li malbatên xwe dikin ku bi awayekî aktîf di nav çalakî û kampanyaya ku BDP bi dirûşmaya 'Dewlet gavan biavêje' li dar dixe de cihên xwe bigirin."