'Dengên me ji HDP'ê re ne'

Navenda Çanda Koçgirî ya Ewropayê, Hewldana Gurgumê û Navenda Çanda Elewiyan a Frankfurtê xwestin ku di hilbijartinan her kes dengê xwe bide HDP’ê.

Nûnerên saziyên Elewiyan ên di Festîvala Dersimê ya Ewropayê de axivîn, peyama piştgiriya HDP’ê dan. Hevseroka Navenda Çanda Koçgiriyê ya Eweropayê Gulten Dogan ku ev du sal in xizmet dike, anî ziman ku bi tevî endamên xwe ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî kar dikin. Dogan derbirand ku pêkhateyeke li hemberî bişavtina çanda Kurd in û hewl didin ku serhildan û komkujiyên li Koçgiriyên hatî kirin zîndî bihêlin.

TÊKOŞÎNA HEBÛN Û TUNEBÛNÊ YE

Dogan anî ziman ku, "Em di pêvajoyên metirsî re diborin. Hilbijartin jî di heyameke wiha dîrokî de li pêşiya me ye. Pêvajoyeke man û nemanê ye. Em di pêvajoyeke wiha re diborin. Ji bo vê dema yekîtî û bihevrebûnê ye. Nemaze jî em hêvî dikin ku tevahiya eniya çepgir bibe yek. Bêguman nayê pejirandin ku Selahattin Demîrtaş bi awayekî neheq di girtîgehê de tê ragirtin. Em bi tundî vê şermezar dikin. Gelê me li gel HDP’ê ye."

DIVÊ YEZÎD JI TEXT BÊ XISTIN

Endamê Desteya Rêveber a Çanda Koçgiriyê Şefket Dogan ê ku berê di Yekîtiya Koçgiriyên Ewropayê de xebat dimeşand jî bal kişand ser hilbijartina zordest û got, “Ji bo ku hilbijartineke zordest e, em gelek dixebitin. Hilbijartinan bandor li her derê kir. Gelek rêhevalên me bi awayekî çalak dixebitin. Eniya kesên ku dixwazin pêşeroja xwe bi azad bijin diyar e. Divê yezîd ji text bê xistin."

GELEK KAR DIKEVE LI SER MILÊ GURGUMIYAN

Hewldanan Gurgumê ku ligel pêşvebirina çand, siyaset û civaka Gurgumê, ji bo ronîkirina komkujiya Gurgumê ji sala 2014’an heta niha gelek xebatan dimeşîne. Berdevkê Hewldanê Safiye Şen got,carmanca wan a yekane ew e ku Gurgumiyên li Ewropayê dijîn bînin li ba hev, pêşî li dejenerasyonê bigirin. Şen got, "Hilbijartin biryardariyek e. Bi taybetî li hemberî zilma Tirkiyeyê, tevî zextên wê derê xebat tên meşandin. Gelek kar dikeve li ser milê gelê me yê li Eweropayê dijî. Nexwazim hevalên Gurgumî. Heke em bixwazin hebûna xwe ya civakî têkûz bikin, divê em bi HDP’ê re bixebitin. Banga me li hemû dostên me ew e ku ji bo azadî û pêşeroja xwe dengên xwe bidin HDP’ê."

SEROKÊ AKM(NÇE)’ê ALKAN: EZ CHP’Î BÛM HETA HILBIJARTIN BIQEDE HDP’Î ME

Serokê Çanda Elewiyan a Frankfurtê ku girêdayî Federasyona Yekîtiya Elewiyên Elmanyayê Bulent Alkan jî got, “Ez heta niha CHP’î bûm, lê heta hibijartin biqede, HDP’î me. Em AKP’ya ku ev 16 sal in li ser desthilatê ye bînin xwarê. Divê padîşah ji ser text bê xistin! Ji bo wê çûyîna HDP’ê ya meclîsê şertê herî sereke ye. Heke binya baraja ji sedî 10 bimîne, wê parlementerên Kurdistanê bikevin ser hesabê AKP’ê û wê desthilatiya xwe wiha bidomîne. Me, ji bo ku bang li civaka Elewiyan dikir, bi salan dengê xwe da CHP’ê. Em ê vê carê dengê xwe bidin HDP’ê. Divê HDP baraja ji sedî 10 derbas bike. Dengên me ji HDP’ê re ne. "

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA