Dengê reşikên li Îzmîrê jî ji HDP'ê re ye

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Tirkên Afro Yanik diyar kir ku AKP kevneşopiya desthilatdariyên din dewam dike û 'reşik avêtiye aliyekî'. Yanik got, "Em ê berê xwe bide HDP a alîgirê ked û bindestan e."

Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Tirkên Afro Yanik diyar kir ku AKP kevneşopiya desthilatdariyên din dewam dike û 'reşik avêtiye aliyekî'. Yanik got, "Em ê berê xwe bide HDP a alîgirê ked û bindestan e. Em HDP'ê ji dil dibînin. Bi HDP'ê re em dikarin windahiyên xwe qezenç bikin."

Projeya Jiyana Nû ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hemû gelên bindest bûye hêvî. Yek ji van gelan jî reşikên ji Afrîkayê weke kole hatine anîn û li vê xakê dijîn e.

Endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Tirkên Afro Yalçin Yanik ku di heman demê de Serokê Komeleya Karkerên Derî Tekstîl Kûndûra ye, hilbijartinê giştî yên 7'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxand...

'JI BILÎ RENGÊ XWE ME HEMÛ TAYBETMENDIYÊN XWE WINDA KIR'

Yanik anî ziman ku mirovên ji çermê reş ên li Tirkiyeyê dijîn xwe weke 'Tirkên Afro' pênase dikin û dîroka xwe bi kurtasî vegot: "Bi qasî 400 sal beriya niha weke kole em ji Afrîkayê anîn vê xakê. Piştî hilweşîna Dewleta Osmanî, heta salên 1940'î em li vê xakê weke kole jiyan. Ne diyar e ku em ji kîjan devera parzemîna Afrîkayê bi çi rengî hatine anîn. Dapîr û kalikê min bi Tirkî diaxivîn, ti taybetmendiyeke xwe ya ji Afrîkayê bi wan re nemabû. Ne zimanê me heye ne jî çanda me. Ji bilî rengê me, mixabin ti taybetmendiyeke me nemaye."

'AKP'Ê EM AVÊT ALIYEKÎ'

Yanik diyar kir ku ji ber li gundê wan xaka wan nîne ew ji bo xebatê hatine Îzmîrê û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ew li 'neyîniyên ji ber rengê xwe' rast hatine.

Yanik da zanîn ku hikûmeta AKP'ê ti cudahiya xwe ji desthilatdariyên beriya xwe nîne û got, "Her partî di demên hilbijartinê de, ji bo dengên karker û kedkaran werbigirin, projeyên biçûk datînin pêşiya wan. Piştre jî gava bû desthilatdar, mafên ji ber mayî yên dane wan, ji wan distîne. Karker û kedkar ji ber mercên xebatê û heqdestên ji wan re tên dayîn hatine radeya nema dikarin bijîn û ji jiyana xwe aciz bûne. Rewşên bi vî rengî herî zêde bandorê li me dikin. Ji ber ku weke yên bi eslê xwe ji Afrîkayê, ti carî bi ti awayî tiştekî me çênebû. Dewletê mîna Romanan em avêt aliyekî û AKP'ê ev kevneşopî dewam kir."

Yanik anî ziman ku xizanî û kafirtî qeder nîne û got, "Ev rewş ferzeke sîstemê ye. Lewma em gelekî baş dizanin kî dost e, kî dijmin e. Girîng e baş were dîtin ku kî dost e, kî rêheval e. Ji bo rizgarkirina xweza û kedê divê ji partiya rast re deng were dayîn."

'BI HDP'Ê RE EM Ê TAYBETMENDIYÊN XWE YÊN WINDAKIRINE BIBÎNIN'

Yanik da xuyakirin ku dema ew dengê xwe bikar tîne bi hestewarî tevnagere, bi çavdêriyeke baş berê derdora xwe jî dide HDP'ê ya alîgirê karker, kedkar û xizanan e.

Yanik ragihand ku kar û barên HDP'ê dike dikarin werin şopandin û ji partiyên din ên siyasî bêhtir dikarin werin kontrolkirin û got, "Di vê demê de ez ê ji bo HDP'ê dengan bixwazim. Ti şenseke me nema; em ê berê xwe bidin HDP a alîgirê ked û bindestan e. Em dizanin ku HDP ji dil e. Divê em HDP'ê bêhtir bi pêş ve bibin, ji ber ku gelek pirsgirêkên gelên bindest hene. Partiyên din ji dil nînin, çima em careke din deng bidin wan? Bi salane em baş dizanin ku ev partiyên din çi dikin."

Yanik herî dawî bal kişand ser girîngiya HDP'ê ji bo cihêrengiyan û got, "Em her tiştên xwe winda dikin, êdî tiştekî ji me nemaye. Bi dîtina min bi yekîtiya têkoşînê ya bi bingeha HDP'ê re, bi qismî be jî em ê karibin yên me windakirin e bibînin û bi dest bixin."