Dengê dawî yê ji 'Jêrzemîna Wehşetê' hat bihîstin
Heyeta HDP'yî, dengê axaftina dawî ya bi rêya telefonê bi birîndarên li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê man e, weşand.
Heyeta HDP'yî, dengê axaftina dawî ya bi rêya telefonê bi birîndarên li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê asê man e, weşand.
Heyeta HDP'ê ya ji Cîgirê Serokê Komê Îdrîs Balûken, Parlamentera Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr ê ji bo wergirtina birîndarên li Cizîrê di greva birçîbûnê de ne, civîneke çapemeniyê lidar xistin. Di civîna îro (1'ê Sibatê-roja Duşemê) de qeyda deng a axaftina dawî ya bi birîndaran re hat weşandin.
Di vê qeyda deng de, demeke kurt piştî birêketina ambûlansan, dengê polîsên li nêzî avahiyê tê jêrzemînê û di kêliya ku birîndar wê bên wergirtin de dengê çekan tê, ji jêrzemînê dengê qîrînê tê û piştre telefon qut dibe.
Balûken da xuyakirin, ku bi saetan e ew agahiyan ji birîndarên li Cizîrê wernagirin û got, "Em amade ne temamiya qeyda deng a li ber destê xwe radestî dozgerê mijarê bişopîne bikin. Divê hikûmet derhal van endîşeyên me ji holê rake. Ti dewlet nikare li pêşberî dîrokê, venekirina korîdora jiyanê îzah bike. Pêwîste hikûmet dev ji vê bêberpirsyartiyê berde û mirovên li wê derê hewl didin xwe li jiyanê bigirin, sewqî nexwexaneyê bike."
Beştaş jî got, "Ji ber ku em neçar man qeyda deng biweşînin, di destpêkê de em lêborîna xwe ji birîndaran û malbatên wan û ji tevahiya raya giştî dixwazin. Ti carî nedihat bîra me ku em vê biweşînin. Ev 48 saet in em bikarin bi mirovên li jêrzemîna wehşetê asê mane, têkiliyê deynin. Dema me dest bi greva birçîbûnê kiribûn jî me aşkere kirin. Bi tenê daxwazek me ye; cenazeyan radestî malbatan bikin, birîndaran sewqî nexweşaxneyê bikin. Sedemeke bi tenê ya parvekirina vê qeyda deng heye; eger birîndar hînê dijîn em dixwazin bi rêya vê qeyda deng jiyana wan ewle bikin."
QEYDA DENG
Beştaş da xuyakirin, ku roja 29'ê Çileyê Navenda Koordînasyona Krîzê ya ku Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Karên Hundir jî di nav de heye hatiye avakirin û ew roj roja herî nêz a rakirina birîndaran bû. Beştaş piştre axaftina bi rêya telefonê ya bi birîndaran re hat kirin, weşand.
Axaftina di navbera endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzer, birîndaran û Meral Daniş Beştaş de bi vî rengî ye:
Beştaş: Em niha ambûlansê dişopînin. Di rê de ye. Dema gihaşt we, em ê li we bigerin.
Yavûzer: Ti deng ji vir nayê. Bila haya we jê hebe, ti deng nîne.
Beştaş: Temam:
Di axaftina duyemîn de Beştaş ji birîndarê pê re bi telefonê diaxive re dibêje: "Em niha bi Wezaretê re axivîn. Her yekî ji me wê li aliyekî telefonê be. Hûn amadekariyên xwe bikin. Niha hatin wê derê, lê dema em li we geriyan, hûn hingî derkevin."
Piştre di axaftina sêyemîn de di navbera Beştaş û Yavûzer de ev diyalog tê kirin:
Beştaş: Dengê polîsan qut bû. Li vir in li korîdorê ne. Li pêş deriyê hûnê jê derkevin e.
Yavûzer: Belê di hundir de ne. Dibe ku dengê we jî dibihîzin. Wezîrê Karên Derve li cem we ye?
Beştaş: Niha ew li .... telefonê ye.
Di saniyeya 26. a vê axaftinê de dengê teqîn, dengê çekan û dengê qîrînê ji aliyê din ê telefonê tê. Û axaftin qut dibe. Di vê kêliyê de gule li cihê birîndar lê ne tê reşandin. Ev yek bi awayekî vekirî ji axaftinê tê fêmkirin.
Di qeyda dawî ya deng de ev axaftin tê kirin:
Dengê li aliyê din ê telefonê: Ez li we guhdarî dikim, guhê min hinekî giran e
Beştaş: Hûn dengê min dibihîzin
Dengê li aliyê din ê telefonê: Gelekî kêm dibihîzim
Beştaş: Eger hûn nikarin ji wir derkevin, divê em rêyek din bibînin
Dengê li aliyê din ê telefonê: Em di binê enqazê de ne, ez çawa ji te re bêjim
Beştaş: Temam temam, yanî hûn nikarin derkevin
Dengê li aliyê din ê telefonê: Em di bin enqazê de ne, enqaz
Beştaş: Temam bila telefon vekirî be
Û TELEFON QUT BÛ
Piştî vê axaftinê têkiliya bi birîndaran re qut bû. Heta niha bi ti awayî têkilî bi wan re nehatiye dayîn, li ser aqûbeta wan agahî nehatiye stendin. Li aliyê din, hat hînbûn ku ji ber hesasiyetan temamiya axaftina pêr bi rêya telefonê hat kirin, nehatiye parvekirin.
BERSIV JI HIKÛMETÊ HAT XWESTIN
Piştî ku qeyda deng hat guhdarîkirin, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr axivî û anî ziman ku di greva birçîbûnê û hemû hevdîtinên wan de bi tenê daxwazek wan heye û got, "Em bi wehşeta herî tarî û kirêt a dîroka xwe re rû bi rû ne. Şer hemû bêrehm in, lê belê em bi ya herî kirêt re rû bi rû ne. Di kêliya dawî ya wergirtina birîndaran de, çima êrîşa çekdarî li hemberî avahiyê hat kirin? Ji bo derketina birîndaran tenê çend kêlî mabûn, di rewşeke bi vî rengî de kê operasyon li hemberî avahiyê pêk anî? Kîjan tîmî pêk anî? Tîma ev operasyona pêk anî fermana xwe ji kê stend? Ev 49 saet û 4 deqe ne me bi ti awayî têkilî bi birîndaran re pêk neanîne. Aqûbeta ew mirovên ku heta saet 12:31 ê roja Şemiyê sax bûn û me navên wan yek bi yek bilêv kir, çi ye? Gelo niha dijîn? Tiştekî din qewimî? Em li benda bersivê ne."
'LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC TÊ KIRIN'
Baydemîr pirsa 'ev operasyona leşkerî ya li Cizîrê ji kîjan navendê ve tê birêvebirin?' pirsî û got, "Eger ev bi destê Serokwezaretî, Wezareta Karên Hundir û Walîtiyan ve tê meşandin, hingî ewqas hewldanên me ji aliyê kê ve çima hatin pûçkirin? Hem qeymeqamiya Cizîrê hem jî Walîtiya Şirnexê dema vê operasyonê dimeşînin, fermanên xwe ji kê werdigirin? Eger hûn dibêjin ev fermanê ji Wezareta Karên Hundir digirn, wê demê çima di dema xebatên veguhastinê de em li rewşeke bi vî rengî rast hatin?"
Baydemîr da xuyakirin, ku ev şerê li dijî nirxên mirovahiyê tê meşandin, di heman demê de ji bo tarîkirina rastiyan jî bi rê ve diçe û diyar kir, weke HDP ew ê nehêlin rastî bên qetilkirin. Baydemîr destnÎşan kir ku yên fermana komkujiyê dane wê rojekê ji sedî sed bên darizandin.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Baydemîr anî ziman ku ew ê di nava ti şert û mercî de serî li ber vê zilmê netewînin û got, "Ji bo berpirsyar hem di wijdanan de hem jî li pêşberî dadgeriyê bêceza nemînin, em ê di nava hewldanan de bin. Em bang li her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' dikim ku li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin."
Balûken piştî daxuyaniyê bersiv da pirsên rojnamevanan û diyar kir ku wan biryar girtine heta encamê bi dest bixin, greva birçîbûnê bi dorvegerî bidomînin.