Demîrtaş têkîldarî ‘Tahîr Elçî’ bersiv da Davûtoglû

Demîrtaş ji Davûtoglû re got, ‘te li cihê bûyerê lêkolîn kiriye, ku tu dibêjî PKK’ê pêk aniye?’ Demîrtaş bal kişand ser dîmenan û wiha axivî: “Li gel Birêz Elçî ji derveyî polîs ti kesên ku gule direşand tinebûn. Ji bûyerê hûn berpirs in.”

Demîrtaş ji Davûtoglû re got, ‘te li cihê bûyerê lêkolîn kiriye, tu dibêjî PKK’ê pêk aniye?’ Demîrtaş bal kişand ser dîmenan û wiha axivî: “Li gel Birêz Elçî ji derveyî polîs ti kesên ku gule direşand tinebûn. Ji bûyerê hûn berpirs in.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, bersiv da daxuyaniyên têkîldarî qetilkirina Tahîr Elçî yên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû.
 
‘HÛN BI LÎNÇKIRINA ELÇÎ RE MIJÛL BÛN’

Demîrtaş ji ser hesabê xwe yê Twîtter bang li Davûtoglû kir, wiha got: 

“Birêz Serokwezîr, ma te li cihê bûyerê lêkolîn kiriye ku tu ji destpêkê ve dibêjî, ‘PKK’ê kiriye’? Dema tu vê dibêjî çi belge di deste te de hene? Li cihê bûyerê di saeta destpêkê yên bi îlankirina qedexeya kolanan lêkolîn asteng kir ma ne hûn bi xwe ne? Tiştê herî zelal ê ku ji dîmen û şahidan tê fêmkirin; li cem Birêz Elçî ji derveyî polîs ti kesên ku guleyan direşîne tine ye. Ji bo çi hûn vê ji nedîtî ve tên? We got, ‘ger Birêz Elçî bijiya’, ji xwe 4 roj berê dijiya û hûn bi tevahî artêşa medyaya xwe bi lînçkirina Elçî mijûl bûn.

'HÛN BERPIRS IN!'

Ya li ser darbesta Birêz Elçî ne alek e, rengên ku bi hezaran salan gelê Kurd bikar tînin in. Ma tê bi li hember vê rêz negirî û çawa bibe serokwezîrê her kesî? Êdî pêwîst e hûn fêm bikin ku hûn dewletê bi rê ve dibin. Ji tevahî bûyerên li welat hûn berpirs in. Bi tehdîtkirin û hedefnîşandana me hûn nikarin ti pirsgirêkê çareser bikin. Ji Xwedê pê ve ji ti kesî tirsa me tine ye, vê jî herî baş hûn dizanin.”