Demîrtaş: Qetlîamên hovane hate kirin, em bêdeng neman

Rûniştina doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê di girtîgehê de hate kirin. Demîrtaş bal kişand ser qetlîamên li Sûr û Cizîrê û diyar kir ku ew li hemberî van qetlîaman bêdeng nemane.

Darizandina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku ji doza xwe ya sereke negirtî tê darizandin di roja duyemîn de li 19’emîn Dadgeha Sizaya Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye dewam kir. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê lê dimîne bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.

Demîrtaş derbarê fezlekeya jimara 3’an a têkildarî axaftina wî ya di 24'ê Cotmeha 2015’an li Licê kiriye parastin kir.

Demîrtaş diyar kir ku axaftinên wî yên dezlekeyê de bi cih kirine hemû hatine bijartin û ev fezleke li ser arastekirinê hatine amadekirin.

Demîrtaş axaftinên wî yên di fezlekeye de cih digirin xwend û ev axaftina di navbera hilbijartina 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê ya 2015’an de ye ku kiriye. Demîrtaş got di wê serdemê de li gelek navçeyan şer hatibû destpêkirin û wan jî hewl dida wan şeran rawestînin.

Serokê dadgehê pirsa ev axaftin aîdî Demîrtaş e kir û Demîrtaş bersiv da û got axaftin aîdî wî ye û naverok jî aîdî wî ye. Demîrtaş got axaftinên wî hemû hatine berovajîkirin.

Demîrtaş paşê axaftina di 24’ê Cotmeha 2015’an de li Amedê kiriye û wek “rêveberiya rêxistinê” di dosyeyê de delîl hatiye nîşandan xwend. Demîrtaş di axaftina xwe de behsa rol û rista aştiyê, demokrasiyê, muzakere û diyalogan dike.

Demîrtaş piştî xwendina wan axaftinên xwe parastina xwe domand û wiha got: “Axaftinên di fezlekeyê de hatine bicihkirin ramanên min in. Ez dubare dikim û beşdarî wan axaftinên xwe dibim. Dema em vedigerin û li paş xwe dinêrin em dibêjin xwezî me wan axaftina pêk bianiya. Xwezî wan tiştên me gotin ew hêza me ya siyasî hebûya û me dikaribûya bixistina meriyetê. Tenê ez ji bo vê xemgîn im. Nexwê pir ne di xema min de ka dozger wê axaftinê çawa dinirxîne. Pêwîste mirov ji wî dozgerê van axaftinên min kiriye ‘rêveberiya rêxistinê’ bi guman be. Ji kî re xizmetê dike, derdê wî çi ye, divê mirov viya nîqaş bike.”

Demîrtaş bal kişand ser qetlîamên li Sûr û Cizîrê û got ku “Li wê derê xisar gihiştiye gelê sivîl. Ji ber ku min ev diyar kiriye, ez îro têm sûcdarkirin.”

Piştî ku Demîrtaş axaftinên di fezlekeyê de xwend heyeta dadgehê navber da darizandinê.