Demîrtaş: Nifira xoce ji bo dozgeran talîmat bû

Demîrtaş: Nifira xoce ji bo dozgeran talîmat bû

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku di civîna nasandina namzetan de der barê îdiayên bertîl û nelêrêtiyê de axivî û got: “Nifira xoce, ji AKP’ê re, talîmata bo dozgerane. Ji ber ku xoce ev li me jî kiribû. Ji ber vê jî em van nifiran baş dizanin. Lê nifira ku biqewime dê ya malbatên Qilaban û malbatên kesên bûn qurbana kuştinên kiyarnediyar.”

Hevserokê BDP’ê Selahat Demîrtaş di avahiya partiya BDP’ê ya Amedê de bi merasîmekê namzetên partiya xwe aşkera kir.

Demîrtaş di merasîmê de axivî û diyar kir ku di mijara namzetên jin de yekemîn partiya cîhanê ye û got: “Çar sal berê 10 hezar hevalên me yên partiyê hatin binçavkirin. Wê demê AKP’ê û cemaatê dest dabûn hev û li hemberî partiya me operasyonek pêk anîn. Ligel vê me xizmeta xwe berdewam kir. Gelek şaredarên me ligel zextên mufetîşan xizmeta xwe meşandin. Hîbeyên ku didan gelek şaredariyan, nedidan şaredariyên BDP’ê. Krediyên me ji aliyê hikûmetê ve hatin astengkirin. Şaredariyên AKP’ê bila biçin bibîninku şaredarên BDP’ê ligel evqas zehmetî çi xizmet meşandine. Ji ber ku hevalên me nebûn diz evqas bi ser ketin. Di hemû operasyonên ku li hemberî partiya me pêk hatin de li mala tu kesî kaseyên çelik, qutiyên pêlavan nehatin dîtin. Ligel hemû reşkirinên serokwezîr gelê me piştgirî da. Serokwezîr ji bo şaredarên me gotineke jiber digot;Ji bîhna mirov nekarin derbas bibin.’ Ez jî dibêjim li şûna ku hun ji kanalîzasyona derbas dibin, biçin ji cadeyên paqij derbas bin.

OCALAN DEWLETA PARALEL NÎŞAN DABÛ

Demîrtaş der barê îdiayên bertîl û nelêrêtiyê de hikûmet rexne kir û got: “Ji wezîran bigirin heta  zarokên wan ketine çamurê. Ev îdia wisa ne hêsanin. Ev ruyê ku hatiye xuyakirine.  Ji zanîngehan bigirin, heta wezaretên perwerdehî û tenduristiyê li gelek cihan nelêrêtî heye. Serokwezîr di firsetê de behsa dewleta paralel dikr. Ger hun bi ser nelêrêtiyê de neçin, wê demê dê dewleta paralel bê avakikirin. Em dixwazin ku bi ser vê hesab ji vê dewleta paralel bê pirsîn. Berê jî dewleta kur hebû, niha jî ya paralel heye. AKP bi vê rêbazê nekare bi ser dewleta paralel de biçe. Kesên pereyên gel dizîne divê hesab bide vî gelî. Heta ku hesab nede, nekare hesab bipirse. Ger hesab bê pirsîn û hêza we têrî vê bike dê bikaribe bi ser dewleta paralel de biçe. Ger hun van nekin, dê dewleta paralel bê li şûna we rune û hunê matmayî bimînin. Ji Osmaniyan heta niha dewleta paralel heye. Ocalan bi dehan carî behsa vê kiribû û hikûmet hişyar kiribû. Îro dewleta paralel xwedî hêza ku dikare hikûmetê tasfiye bike.

EMÊ GELÊ XWE TESLÎMÊ ARTÊŞA MELEYAN NEKIN

Demîrtaş da zanîn ku Gulen ne ji hikûmetê re nifir kiriye, di nifira xwe de bang li dozgeran kiriye û got: “Dema xoce dibêje; malên wan bi serê wan de xera bikin’ nifirê nake. Ev ji bo dozgeran talîmateke. Dibêje; tiştên pêwist bikin.  Ji ber ku xoce heman nifir li me jî kiribû. Ji ber vê em van nifiran baş dizanin. Lê ne nifira xoce, dê nifira malbatên Qilabanê û malbatên ku zarokên xwe di kuştinên kiryar nediyar de wenda kirin, qebûl bibe.  emê gelê xwe mahkumê van nekin. Em wek alternatîfa wan derketin. Emê qedera gelê xwe teslîmê artêşa meleyan, leşkerên Mustafa Kemal û dizên Tayyîp nekin.”