Demîrtaş li ser 'komkujiya Sêwasê' peyamek şand
Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî, ji girtîgehê peyamek şand û got, “Divê em nemînin benda rûberbûn û gavavêtina faşîzmê ya ji bo komkujiya Sêwasê; divê em dest ji têkoşînê bernedin.”
Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî, ji girtîgehê peyamek şand û got, “Divê em nemînin benda rûberbûn û gavavêtina faşîzmê ya ji bo komkujiya Sêwasê; divê em dest ji têkoşînê bernedin.”
Hevserokê giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku di girtîgeha Edîrneyê de tê dîlgirtin, bi boneya salvegera komkujiya Sêwazê peyameke nivîskî şand.
Peyama Demîrtaş wiha ye:
"Di salvegera hovîtiya ku birîna wê nakewe, jana wê danayne de ez her kesên ku hatî li ba hev bi rêzdarî silav dikim.”
'FAŞÎZM GAVEKE TENÊ JÎ NAVÊJE'
“Birîna ku di 2 Tîrmehê de vebûyî nekewiya. Çimkî tevî ku di ser de 25 sal derbas bûne jî ev birîn nehat dermankirin. Ev êş 25 sal in qet kêm nebû, çimkî gaveke tenê jî ji bo kêmkirina vê êşê nehat avêtin. Di van rojên ku faşîzm xwe sazûman dike de, em dizanin ku ji bo rûberbûnê gaveke tenê jî nayê avêtin. Lê em ê dest ji têkoşîna xwe ya edalet, wekhevî û azadiyê bernedin.”