Demîrtaş li malbatên kesên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan geriya
Demîrtaş li malbatên kesên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan geriya
Demîrtaş li malbatên kesên di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan geriya
Hevserokê gitşî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li malbatên kesên ku ji bo tevli pîrobahiya 4’ê Nîsanê ya Xelfetiyê bibin ji Êlihê diçûn qezaya trafîkê kirin û jiyana xwe ji dest dan geriya û sersaxî ji malbatê re xwest.
Li gorî agahiyên ku Navenda Giştî ya BDP’ê daye, Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li malbatên Alî Çakici û Salîk Aker yên ku dema ji Êlihê diçûn Xalfetiyê qeza kirin û jiyana xwe ji dest dane geriyaye û sersaxî ji malbatê re xwestiye.
Her wiha BDP’ê diyar kir ku rewşa kesên ku ji Amarayê diçûn Îzmîrê qezaya trafîkê kirine û birîndar bûne jî ji nêz ve dişopîne û got: “Rêxistina naveda Konyayê tiştên pêwist dike. Ji 34 kesên birîndar bûne 30 heb piştî tedawiya wan hatine derxistin. Niha 4 kes li nexweşxaneyê ne. ji vana Sultan Arik û Sultan Kaya di serwîsa beşa lezgîn de ne.”