Demîrtaş ji WDR’ê re axivî: Bê HDP’ê serketin ne mumkun e!

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ji bo WDR’ê ya ku li Elmanya weşandê dike meqaleyek şand, got: “Bêyê HDP’ê ne mumkune ku ti alî bi ser bikeve.”

Demîrtaş ê Girtîgeha Edirneyê tê ragirtin ku besivên pirsên WRD’ê da, anî ziman ku derfetên ku bikare kampanyayên hilbijartinê bike nîne. Demîrtaş diyar kir ku tenê dikar e bi rêya parêzer û nameyan peyaman bişîne û got: “Ji ber vê asta bê edaletî û newekheviyê hê zêdetir li ser navê dengdêran xemgînim.”

Demîrtaş bibîr xist ku weke kes moral û hêza wî di cih de ye û li ser pirsa, ‘Di rewşeke asayî de gelo mumkune ku muxalefet bêy HDK’ê li dijî Erdogan serkeftinê bîne?’ Demîrtaş ev berisv da: “Bêy HDP’ê ne mumkune ku ti serkeftinekê bîne. Anket jî û qad jî vê nîşan dide.”

Demîrtaş eger ku bibe serokkomar karên bike wiha rêz kir:

“Ji bo damokrasiyek hê cêgir û demokrasiyeke pir reng ez ê xebat bikim, li gel Destûreke Bingehîn, sîstemeke parlemeteriyê ya demokratîk û hişmendiyeke ya azadixwaziyê ez ê di nava lêgerînê de bim…”

Rewşa Awarte bi dawî bikim, muzakereyên bi YE’yê re ji nû ve bidim destpêkirin. Polîtîkaya derve re hê zêdetir bi aştiyane û di hundir de jî pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bikim. Wê ev di warê aboriyê de jî bibe alîkariyek.”

Demîrtaş karê ku yekem bike jî wiha anî ziman: “Ez ê dayikek Tirk û Kurd ên di şer de zarokên xwe winda kirine bînim gel hev, ez ê destê her duyan maçbikim û ji bo pêkanîna aştiyê daxwaza destek û dûayên wan bikim.”