Demîrtaş ji bo rojnamegerên girtî banga ‘hevgirtina muazam’ kir

Demîrtaş ji bo rojnamegerên girtî banga ‘hevgirtina muazam’ kir

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrta ku rûniştina doza 46 rojnamegerên dihatin darezandin li Sîlîvrî dişopand bigotina “pêşandana teatral” bertek nîşan da û banga “Çapmeniya muxalif ya qasî kulmekê mayî pêwîste xwedî li hev derbikevin.”

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş doza 20 jê girtî 46 rojnameger li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê li Sîlîvriyê binavê “komîteya çapemeniya KCK’ê”dihate darezandin dişopand.

Demîrtaş dema ji rûniştina dozê derket li ber avahiya edliyeyê daxuyaniyek da û anî ziman ku, li Tirkiyeyê cara yekem di dozekê de 46 rojnameger bi hev re têne darezandin û got: “Di dema 12’ê Îlonê de jî 32 rojnameger dihatin darezandin. Lê îro di şevekê de 46 rojnameger hatine binçavkirin û ji wana 36 hatine girtin.”

Li gel Demîrtaş, Alîkara Hevserokên BDP’ê Fîlîz Koçalî, Hevserokên BDP’a Stenbolê Emrûlah Bîngol û Arîfe Çinar, Hevserokê HDP’a Stenbolê Şamil Altan, endam Meclisa Partiya BDP’ê, Serokê TGS Ercan Îpekçî, berdevkê Meclisa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz, parlementerê berê Ufuk Uras û gelek xizmên girtiyan beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Demîrtaş da diyarkirin ku, li tu deverek ya cîhanê “rojnamegertî sûce” nîne û got: “Erê tiştek wisan tuneye. Lê belê ji bo rojnameger ji ber pîşeyên xwe bêne dareznadin qilifan jêre çêdikin. Îro ev qilif li emniyetê hatiye çêkirin û li vir 46 rojnameger têne darezandin. Li Tirkiyeyê ev qilif ji dîroka komarê ve têne çêkirin.”

Demîrtaş bibîrxist ku, kevneşopiya çapemeniya azad beriya vê 19 salan hatiye bombebaran kirin û da diyarkirin ku, îro jî rojnameger bi girtinê hewil didin bêdeng bikin. Demîrtaş anî ziman ku, “Zimanê mirov nagire mirov bêje ên di hundir de têne darezandin. Di hundir de biryarekî ya beriya niha hatî girtin, pêşandan wê ya teatral pêktê.”

Demîrtaş balkişande ser ku, li ser hevpeyvînek li gel wî bi xwe hatiye kirin jî rojnameger têne darezandin û bilêv kir ku, “Niha dema ku em ketin hundir parêzerên me bixwe jî daxwazê nakin. Ji ber ku dizanin ev biryar siyasiye û beriya vê hatine girtin.”

DIVÊ HEVGIRTINEKÎ MUAZAM HEBE

Demîrtaş bang li rojnamegeran jî kir û wiha axivî: “Pêwîste hûn hevgirtinekî muazam bikin. Ji ber ku li Tirkiyeyê her gav dibe rojnamegerek weke bersûc bê darezandin. Ji bo balê bikişîne pêwîst nake rojnamegerekî mezin be. Pêwîste her rojnamegerek di nava vê hevgirtin û piştgiriyê de be.”

Demîrtaş got: “Ji ber ku hevalên me pîşeyê xwe baş pêkanîne li virin. Pêwîste çapemeniya muxalif ya qasî kulmekê mayî di nava hevgirtinekê de be.”

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş destnîşan kir ku, ew hêvî dike rojnamgerên du sale girtîne bên berdan û wiha axivî: “Di şexsê rojnamegerên girtî de hemû civaka bindest tê darezandin. Çi bendewariyên me ji dadgehê tune ye. Dewleta paralel ku weke encamên nîqaşên dersxaneyan derket, em dibînin ku çawa xwe digehînin vê derê. Biryarên ku ji aliyê siyasetmedar û burokratan ve veşartî hatine girtin, li vir têne pêkanîn.”

Demîrtaş aşkera kir ku, biryara tehliyeyên ku dadgehê dane jî nerewane û got: “Di van dadgehan de hiqûq vedigere çaxa navîn. Em baş dizanîn ku civak tiştekê bi van biryaran nade.”

Li ser pirsa rojnamegeran ya “biryara Dadgeha Makezagonê derbarê parlementerê girtî Mustefa Balbay de dayî” Demîrtaş jî da diyarkirin ku, ew dê serlêdana tehliyeya parlementerên girtî ên BDP’ê jî bikin. Demîrtaş got: “Parêzerên me di vê mijarê de amadekariyên xwe dikin. Yan îro yan sibe dê serlêdanê bikin. Em baş dizanin ku, li vî welatî dadgeha makezagonê biserê xwe biryaran nade. Em baş dizanin ku di vê mijarê de Serokwezîr tiştekê bêje dê bibandortir be. Ji ber wê niha bêjîn hertişt çêbû, nabe.”